Greva birçîbûnê ya malbatan di roja 18. de ye

Malbatên ku ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ketine greva birçîbûnê, ev 18 roj in çalakiya xwe didomînin.

Li navçeya Amed Sûrê, berxwedana gelê Kurd a li dijî tank, top û bi hezaran leşker û polîsên Tirk di roja 49. de ye. Malbatên Mesût Sevîktek, Îsa Oran, Ramazan Ogut û Rozerîn Çûkûr ên li Sûrê hatin qetilkirin, ji bo wergirtina cenazeyên xwe, çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya ÎHD'ê ya Amedê didomînin. Rewşa tenduristiyê ya malbatên ku 18 roj in bênavber çalakiya xwe didomînin, roj bi roj nebaş dibe.

Malbatên di grevê de ne gotin, "Bila ev şer bi dawî bibe. Gelo wê hînê çiqasî bê xerakirin û şewitandin. Me xistin rewşeke welê ku bi rakirina cenazeyên xwe re em ê kêfxweş bibin."

Hejmara mirovên malbatan ziyaret dikin jî roj bi roj zêde dibe.