Greva birçîbûnê ya Kebudwend di roja 17'emîn de ye

Greva birçîbûnê ya Kebudwend di roja 17'emîn de ye

Bi mebesta destûra wergirtina hevdîtina bi zarokê xwe yê nexweş re, rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend ê ku di girtîgeha Tehranê de yeji bo cara duyemîn di greva birçîbûnê de ye. 17 roj in Kebudwend di greva birçîbûnê de ye.

Çalakiya Kebûdwend gihiştiye astek xeter. Ji ber wê jî çalakên mafê mirovan di gelek raporên xwe de balê dikişînin ser rewşa xirab a girîtgehna û tenduristiya Kebûdwend. Kebûdwend di nameyekî de ku di 15’ê Gulanê de ji girtîgeha Êvînê ya Tehranê, ji bo berpirsên hiqûqiyên Komara Îslamiya Îranê nivîsibû, ji bo çareseriya nexweşiya zarokê xwe, daxwaza destûrdayîna derketina ji girtîgehê kiribû.

Lê ji ber ku daxwaza wî ji aliyê berpirsên girtîgehê bê bersiv ma, navborî dest bi çalakiya greva birçîbûna bêdem kiriye. Kebûdvend di meha rêbenda îsal de jî, bi mebesta hevdîtina bi zarokê xwe re dest bi gireva birçîbûnê kiribû.

Hêjayê gotinê ye, ku Koma 415 ya Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Ai-Amnesty international) di 10’ê gulanê de ji bo rojnamevan û parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend ê ku 5 sal in di girtîgehên rejîma Îranê de tê ragirtin “tavilê” û “bê şert” serbest bê berdan, li komuna Loundun a herêma Poitou-Charentesê çalakiyek li dar xist.

Kebûdwend jî di nava 12 mehkûmên ramanê yên ku Koma 415’ê ji bo wan kampanyaya ku dê heta dawiya sala 2012 bidome dane destpêkirin de ye. Kom, 9’ê gulanê roja çarşemê li ber peykerê Théophraste Renau yê li komuna Loundunê li hev civiyan û biryardariya xwe ya ji bo piştgiriyê nîşan dan.

Damezrênerê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMK) ya li Rojhilatê Kurdistanê û serokê wê Kebudwend, di heman demê de di 27’ê pûşpera 2004 de sernivîskarê rojnameya Peyamê Merdomê Kurdistan a ku ji bo sê salan hate qedexekirin bû.

Di gulana 2008 de ji aliyê dadgehê ve hate gazîkiri û 11 sal cezayê girtîgehê lê hate girîn. Ji ber avakirina Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ava kiriye, bi “li hemberî ewlehiya dewletê rabûye” hate sucdarkirin û her wiha ji ber ku têkiliyên wî bi rêxistinên navnetewî yên mirovahiyê re hebû, bi hinceta “Komara Îslamî ya Îranê sucdar kiriye” hate tawanbarkirin.

Kebûdwend ji ber nexweşiya xwe di dawiyê de bi xweşiya penceşêrê jî ket û hemû hewl û kampanyayên ji bo serbestberdana wî hatine destpêkirin, bê encam man. Rêxistina Efûya Navneteweyî dixwaze Kebûdwend bê şert û merc di demek zû de serbest bê berdan.