Birayê gêrîla Behzat Çelîk, Sedat Çelik diyar kir ku, gora birayê wî ji aliyê nenasan ve hatiye xirapkirin û serî li şaxa ÎHD'ê ya Amedê da.
Birayê gêrîla Behzat Çelîk, Sedat Çelik ji ber ku gora birê wî ji aliyê kesên nediyar ve, hate rûxandin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da. Gêrîlayê HPG’ê Behzat Çelîk (Rizgar) di 20'ê Mijdara 1991'ê li gundê Melayê Elî yê girêdayî navçeya Ferqîna Amedê di şer de jiyan xwe ji dest dabû û li guristana navçeya Pasûra Amedê hatibû definkirin. Birayê gêrîla Behzat Çelîk, Sedat Çelîk diyar kir ku, di 6 Hezîranê de gora birayê wî ji aliyên kesên nediyar ve hate rûxandin û wiha axivî: "Xwişka min li Kulpê rûdinê. Di roja 7'ê hezîranê de xwestiya biçe gora birayê min ziyaret bike. Gava çû goristanê dît ku gor hatiye rûxandin û tarûmarkirin. Kêlê gorê hemû şikandine û mermerê dora gorê xirap kirin."
Çelîk da zanîn ku, ew li Amedê rûdinê û wiha domand: "Xwişka min telefonê min kir û bûyer ji min re vegot. Gava mirov lê dinêre ne di ola Îslamê de, ne di ya Mûsa de û jî di ya Muhemmed de tişteke wisa tuneye. Hikûmeta Tirkiyeyê dibêje em dewleteke misilmanim, em mirovên misilmanin û gelê misilmanin, lê mixabin misilmantiya hikîmetê nemaye. Gava mirov li cihanê dinere, li tu cihê bê hikûkiyek wiha tuneye. Mirov çawan dikare gora mirovekê ku bi salana jiyan xwe ji dest daye, bi rûxîne û xirabe. Ev ya bê rûmetiyek herî mezin e. Mirov ji mirovan re çawan bê rûmetî dike. Lê mixabin em di pergaleke wisan de dijîn, êdî mafê kesê mirî tune ye ku di gorên xwe de rehet rakevin."
'GELO HEQÎQET GORA MIRIYAN TAR Û MARKIRINE?'
Çelîk gazincên xwe yên di derbarê hikûmetê de anî ziman û wiha got: "Pergal û hikûmet dibêjê mafê mirovan di pergala mede heye . Wê deme kanî heqîqeta mafê mirovan. Gelo heqîqet gora miriyan tar û markirine? Ew kesên ku vana dibêjin bila di destpêkêde li makeqanûnên xwe binêre, pişt re wî heqê ku gorên mirovan xira dike di xwe de bibîne. Gava bixwazin di deqîqeyekê de dikarîn vê bûyerê derxînin holê. Lê dengê xwe dernaxînin. Ev jî tê wateya ku dewletê ev bûyer kiriye. Malbatê ji bo lêkolîn û alîkariya hiqûqî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan.