Girtiyên PKK’yî û PAJK’î; li hember AKP’ê pewîst e helwestek şoreşgerî bê nîşandan

Girtiyên PKK’yî û PAJK’î li hember polîtîkayên komkujer ên AKP’ê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bertek nîşan dan.

Girtiyên PKK’yî û PAJK’î, li hember polîtîkayên qetlîamkar ên AKP’ê bertekên tund raber kirin û berxwedana gel slav kirin. Li hember tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abullah Ocalan jî bertek nîşan dan, bang li xwezaparêzên demokaratîk- şoreşger kir ku li hember AKP’ê dengê xwe bilind bikin.

Girtîyên PKK û PAJK’ê, li hember polîtîkayên qetlîamkar ên AKP’ê bertekên tund raber kirin û berxwedana gel slav kirin. Li hember tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abullah Ocalan jî bertek nîşan dan, bang li xwezaparêzên demokaratîk- şoreşger kir ku li hember AKP’ê dengê xwe bilind bikin. Girtiyan gotin, “ Ji her demê zêdetir em ê berxwedana xwe xwe bilind bikin.” 
Li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î, Denîz Kaya da diyarkirin ku, Tirkiye, DYA û hêzên navnetewî bikar tine dixwaze destkeftiyên ku li çar parçeyên Kurdistanê zeîf û tine bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “ Di aliyekê de, berxwedana li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa re hatiye tacîdarkirin vale derxe, hemû têkiliyên dîplomatîk bi qirêjî xiste dewreyê, li aliyê din jî li Bakurê Kurdistanê, li bajar û navçeyan konseptên înkar û tinekirinê bi topyekun berdewam dike. Ti roj nine ku li cihê Kurd dijîn û berxwedanê nîşan didin, girtin tinebin. Ji bo gelê dixwaze xwe bi rê ve bibin, her cure mirinê rewa dibîne.”

 ‘ AKP SUCÊ MIROVAHIYÊ DIKE’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin:
“Desthilatdariya AKP’ê ya li Tirkiye; li Bakurê Kurdistanê jî bûye dewlet. Bi polîtîkayên komkujiyê hikmê xwe pêk tîne. Êrîşên li hember hemû kesîmên civakê ji zarok, ciwan heta pîran, sucê mirovahîyê pêk tine. Li gel pêkanînên fîzîkî jî; her roj bi sedan welatiyên Kurd digirin û di îşkenceyan re derbas dikin. Girtiyên siyasî ji zindanê sirgûnî zindanên din dikin, di nava civakê de îzolekirinê didomînin.

Tecrîdeke pir giran ku li ti deverên cîhanê neyî li ser Rêberê me ku temîna demokrasî û aştiyê ye pêk tînin berdewame. Her roj li hember gelê me ku bi rihê serhildanê li qadan ku daxwaza xwerêveberiyê dikin, bi her awayî êrîşên dijqanunî pêk tînin. 

Desthilatdariya AKP’ê bi kevneşopiya contûya 12’ê Îlonê nû dike; qedexeya kolanan li ser gelê me di meşîne. Bi vî awayî dikin ku îrade û demokrasiya berxwedana gelê me derxistî bidin şkandin. Dixwazin civaka Kurdan parçe bikin û pêşî li rêxistinbûna wê bigirin.

BERXWEDAN GEL HAT SILAVKIRIN; HIŞYARÎ HAT KIRIN

Di daxuyaniyê de despêkê Sûr, Gever, Nisêbîn û Dêrikê hemû gelê ku dixwazin xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin û di vê riyê de berxewedanê dimeşînin silav dikin, diyar dikin ku “Desthilatdariya AKP’ê tavilê dest ji polîtîkayên înkar û tinekirinê berde. Polîtikayên AKP’ê yên înkar û tinekirinê berdewam bike, wê civaka Tirkiye jî ji vê ziyanê bibîne. Bila bê zanîn ku ev pirsgirêkên civakî her ku biçin dikeve rewşek wiha ku êdî ji nav dernakeve.

‘ DENGÊ XWE BILIND BIKIN, HELWESTÊN ŞOREŞGERÎ NÎŞAN BIDIN’

Girtiyên PKK’yî û PAJK’î, banga li hemû şoreşger- xwezaparêzên demokratîk, li hember pêkanînên faşîzma AKP’ê ya li ser gelê me pêşî lê bigirin û dengê xwe bilind bikin û helwestên şoreşgerî nîşan bidin. 
Di daxuyaniya girtiyan de wiha hat diyarkirin: “Di kesayeta Tahîr Elçî de hemû şehîdên şoreşê û aştiyê girêdana xwe bîranînên wan re nîşan didin û em ê ji her demê zêdetir berxwedana xwe bilindtir bikin.”