Girtiyên PKK'yî yên li girtîgeha Tîpa F ya Hacilara Kirikkaleyê tên girtin diyar kirin ku, nameyên ew ji bo saziyên mafên mirovan û wezaretan dinivîsînin ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên desteserkirin.
Ebedîn Abiyê ku li girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê tê girtin li ser navê girtiyên ku li girtîgehê rastî binpêkirina mafên mirovan tên ji malbata xwe re nameyek rê kir. Di nameya ku bi sernivîsa "Ji hikûmxwarên siyasî yên li girtîgehan ji bo mafên mirovan bangawazî" hatiye nivîsandin de hat gotin ku girtiyan bi midûrê girtîgehê re hevdîtin pêk aniye lê di hevdîtinê de rastî heqaretan hatine.
Di nameyê de hat destnîşankirin ku pirsgirêkên tên jiyîn nayên çareserkirin û tengasiyên girtigehan bi van hevokan hatin rêzkirin. "Hevalê min yê qoxuşê bi nexweşiya behçetê ketiye. Ev nexweşî pekiyaye seriyê wî. Me ji bo komeleyên mafên mirovan name nivîsandin lê hat desteserkirin. Nameyên ku ji bo wezaretê jî tên nivîsandin tên astengkirin. Dema ku em derdikevin telefonan tekmîl ji me dixwazin. Em dernakevin spor û sohbetan. Em di bin îşkence û pêkûtiyan de ne. Ji saziyên mafên mirovan piştgiriyê dixwazin."