Girtiyên PKK’yî: Bila Erdogan neyê welatê me

Girtiyên PKK’yî: Bila Erdogan neyê welatê me

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan weke “Tetîkkêşê Roboskê; Dijminê Kurdan” bi nav kirin û beriya hatina Erdogan a Amedê ev hişyarî dan; “Em bi aşkereyî dibêjin; Divê Erdogan û nokerên wî yên li herêmê bi rehetî tevnegerin. Divê gelê me dernekeve kolanan, xwendekar neçin dibistanan, esanafên me derabeyan daxin; bila çete û walîtiya mêtîngeriyê tenê biçin pêşwaziya Erdogan. Divê gelê me tifî rûyê wan bikin.”

Di daxuyaniya ji aliyê Deniz Kaya ve ji aliyê girtiyên ji doza PKK-PAJK’ê ve hat dayîn de, banga protestokirina Erdon li gelê Amedê hat kirin.

Li ser navê girtiyên siyasî û girtiyên PKK, PAJK'ê yên Tirkiyeyê Denîz Kaya têkildarî hatina Serokwezîr Erdogna daxuyanî da û xwest Erdogan neyê Amedê. Kaya, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li ser pêşeng û qasidê Aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îşkenceya dijmirovahî dike û 10 mehin agahiyê ji Rêberê PKK'ê Ocalan nagirin û wiha got: "10 mehin em agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Rêberê me dijî an najî em nizanin."

Kaya der barê hatina Serokwezîr Erdogan de diyar kir ku ku hikûmeta AKP'ê, Serokwezîr Erdogan bi çeteya Fetullahî re li ser axa Kurdistanê komkujiyê dike û wiha got. "Li dijî mirovahiyê serdemê bi awayekî paşverû û nevneperest li ser axa kurdan bombeyan dibarîne. Bêyî ku bêje ev zarok in, ev jin in, mirovên sivîl û bê parastin qetil dikin. Wekî Roboskiyê hem qetil dike û hem jî disa gefan dixwe û dixwaze kes li hemberî vê komkujiyê bertekên xwe nîne ziman. Bi hezaran welatiyên me rastî îşkenceyê tên. Her roj welatiyên kurd tên binçavkirin, girtin û rastî neheqiyên giran tên. Em li hemberî vê rewşê dibêjin êdî bes e."

Kaya, bang li gelê Amede kir û xwest li hemberî vê zilm û zordariya AKP'ê û Erdogan rabin ser piyan û wiha berdewam kir: "Êdî divê em hesabê Roboskiyê bipirsin. Divê em hesabê kuştina Ceylan Onkol, Ugur Kaymaz, Aydin Erdem û bi hezaran kesên din bipirsin. Divê em li hemberî vê zilma li gelê kurd tê kirin tev li tevgera serhildanê bibin. Tu tişt ji azadiya gel bi rûmettir tune. Ji bo ku em azad û wekhev li ser vê axê bijîn roj roja îro ye. Em dibêjin divê Erdogan û hevkarê wî bi rehetî li Amedê negere. Em bang li Erdogan dikin û dibêjin neyê Amedê. Em ji welatiyên Amedê dixwazin ku dernekevin kolanan û Erdogan şermezar bikin."

TIFÎ RÛYÊ WAN BIKIN

Kaya got; “Em bi aşkereyî dibêjin; Divê Erdogan û nokerên wî yên li herêmê bi rehetî tevnegerin. Divê gelê me dernekeve kolanan, xwendekar neçin dibistanan, esanafên me derabeyan daxin; bila çete û walîtiya mêtîngeriyê tenê biçin pêşwaziya Erdogan. Divê gelê me tifî rûyê wan bikin.”