Girtiyên PKK û PAJK’î: Dem dema serhildana ji bo azadiyê ye

Girtiyên PKK û PAJK’î: Dem dema serhildana ji bo azadiyê ye

Girtiyên PKK û PAJK'î yên li girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sala xwe tijî kir bi bîr xistin û gotin; "13 sal in li ser Rêber Apo îşkence û zilm tê meşandin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêbertiya xwe, rizgariya gelê xwe û avakirina Kurdistana Azad rabin serhildanê."

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'î yên li girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya li ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sala xwe tijî kir daxuyaniyeke nivîskî da. Kaya di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser tenduristiya Ocalan û got; "Dewleta Tirk a metînger û hêza wê dixe meriyetê hikûmeta AKP li ser Rêber Apo ku tekane temînata aştiya li ser van xakan e îşkenceya herî mezin dimeşîne. Ev salek e em tu agahiyan ji Rêbertiya me nagirin. Em nizanin ka Rêbertiya me dijî yan na. Dewleta Tirk bi vê tecrîd û îşkenceya li hemberî Rêbertiya me hewl dide ku gelê me teslîm bigire. Lê xwe dixapîne. Ewê tu caran nekaribe Rêbertiya me teslîm bigire. Rêbertiya me di nav berxwedaneke dîrokî de ye."

'ÇETEYA ERDOGAN DI DIJMIYA KURDAN DE ISRAR DIKE'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdoganê kujer û çeteyê Fettullah bi vê yekê jî bisînor namînin û her roj komkujiyeke din tevlî ya din dikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Her roj bombe dibarînin ser çiyayên me, bêy ku bibêjin ev jin e, zarok e, mirovên me yên sivîl ê bê parastin li ber çavên cîhanê qetil dikin. Wekî komkujiya Roboskiyê hem dikuje û hem jî bêy ku fedî bike gefan lê dixe û dixwaze em bêdeng bibin. Polîsên xwe rêdike li ser mirovên me yên bêdeng nabin û li mafên xwe digerin. Bi hezaran mirovên me di îşkenceyan re derbas dike. Li dijî gelê me nêçîrvaniyê dikin. Her roj girtin, her roj binçavkirin, her roj zîndan, her roj îşkence, her roj heqaret. Êdî bes e!"

'GIRTÎGEH CIHÊ ŞEWATÊ NE'

Di daxuyaniya ku bal kişand li ser pirgirêkên li girtîgehan de jî hat ziman ku zilma li girtîgehên Tirkiyeyê berdewam dike. Di daxuyaniyê de ev hevok hatin rêzkirin: "Dewleta Tirk zilma xwe ya li girtîgehan didomîne. Her roj pêkanînên ku di şeran de jî nehatiye dîtin pêk tîne. Her roj sirgûnên tevahî pêk tînin. Hevalên me di van sirgûnan de rastî îşkenceyên mezin tên. Em dixwazin hemû raya giştî bizane ku hevalên me dibin deryaya reş û anatoliya navîn û wan li wê derê dîl digirin. Girtîgehên Sîlîvrî û Alîaga-Şakranê bi temamî veguherandine wargehên berhevkirinê."

'JI BO AZADIYÊ DEM DEMA SERHILDANÊ YE'

Daxuyanî bi van hevokan hat bidawîkirin: "Ji bo azadiya me dem dema serhildanê ye. Dem dema parastina rûmeta me ye. Ji bo li dij derketina zilm û îşkenceyê dem dema tevlîbûna serhildanê ye. Divê neyê jibîrkirin ku tu tişt ji rûmet û azadiya me binirxtir nîn e. Ji bo rûmet û azadiya me ji bo em li welatê xwe bi awayeke wekhev û serbixwe bijîn roj ev roj e. Ji bo rondikên çavên dayîkan bidawî bibin, ji bo bîranîna bi hezaran şehîdên me, ji bo tola mirovên me yên bê guneh ên li Roboskiyê hatine qetilkirin em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêbertiya xwe, rizgariya gelê xwe û avakirina Kurdistana Azad rabin serhildanê."