Girtiyên ji Îmraliyê hatin sirgûnkirin: Şantaj li Ocalan hat kirin

Girtiyên ji Îmraliyê hatin revandin û sirgûnî Sîlîvrî hatin kirin gotin, "Sirgûnkirina me ji Îmraliyê, şantajek li hemberî Ocalan e."

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi muwekîlên xwe Çetîn Arkaş û Nasrûllah Kûran ên bi awayekî korsanî ji Girtîgeha Îmraliyê hatin revandin û sirgûnî Girtîgeha Sîlîvrî hatin kirin re, hevdîtin kirin. 

Parêzeran diyar kirin, ku bi bahaneyên teknîkî bi tenê 40 deqeyan destûr hatiye dayîn ku ew parêzerên xwe bibînin.

ARKAŞ Û KÛRAN: XWESTIN MESAJÊ BIDIN OCALAN

Arkaş û Kûran, der barê nûçeyên spekulatîf ên li ser sirgûnkirina wan ji Îmraliyê di çapemeniya AKP'ê de cih girtin, bi rêya parêzerên xwe daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya Arkaş û Kûran bi vî rengî ye:

"Bêyî xwesteka me, em ji Îmraliyê anîn Sîlîvrî. Ev ne veguhastin e, ev sirgûn e. Rê û rêbazên ragihandinê li me hat qedexekirin û hevdîtina bi parêzeran re hat bisînorkirin. Ji bo sedema vê yekê jî rêveberiya girtîgeha Sîlîvrî ji me re got, 'Cihê jê hûn jê hatine girîng e û dibe ku hûn agahiyên rêxistinî derxînin derve'. Em jî vê dipirsin; madem hûn ewqasî ditirsin, wê demê we çima em ji Îmraliyê derxistin? Ji xwe li Îmraliyê em di nava tecrîdê de dihatin ragirtin, ne dihiştin kesek bê dîtina me, ne jî derfetekî me yê ragihandin û têkiliyê hebû. Ji vir tê fêmkirin, ku derxistina me ji Îmraliyê, ji me bêhtir helwestek li hemberî Ocalan e.  Dema em weke sekreterya çûn Îmraliyê, em gelekî bi rêzdarî hatin pêşwazîkirin û heta roja îro, berevajî îdîayê hin kesan, ne bi Ocalan re ne jî bi Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê re ti pirsgirêka me çênebû. Em di nava danûstandineke giran û bi hurmet de bûn. Yên ku li Îmraliyê bi nazikî em pêşwazî kirin, rojekê rabûn destê me ji pişt ve bi kelepçe kirin û mîna ku ji Ocalan qut bikin, em revandin. Mesaja di vir de hat dayîn ne ji me re bû, mesaj ji Ocalan re hat dayîn. Ev yek bi awayekî zelal, şantaj e. Xwestin bêjin, 'Eger tu bi ya me neke, em ê sekreterya te bi vî rengî ji Îmraliyê biavêjin. Her wiha, çawa ku 12 salan tu bi tena serê xwe ma, em ê careke din te bi tenê bihêlin.' Naxwe, ev nêzîkatî yekser eleqeya xwe bi me re nîne. Em dixwazin, raya giştî rewşê bi vî rengî zanibe."

JI BUROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ BANG

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, der barê qetilkirina hiqûqê li Girtîgehên Îmrali û Sîlîvrî de, bang li rêxistinên hiqûqê û tevahiya raya giştî kir, ku bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin.