Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê hişyarî dan

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kirin. Girtiyan xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kirin. Girtiyan xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin.

Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zîndanên Tirkiye û Kurdistanê tên ragirtin Denîz Kaya daxuyaniyek da û diyar kir ku Tirkiye bi bikaranîna DYA û hêzên navneteweyî re dixwaze destketiyên Kurdan ên li çar parçeyan qels bike û ji holê rake.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji aliyekî ve, ji bo şoreşa Kurdan a li Rojava ya bi berxwedanê re hatiye tacîdarkirin vala derxîne, hemû têkiliyên xwe yên kirêt ên dîplomasiyê bi kar tîne. Ji aliyê din ve jî li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, konsepta înkar û tinekirinê ya li dijî mirovahiyê ye, bi awayekî topyekûn dimeşîne. Li her devera Kurd lê dijîn û li ber xwe didin, roj nîne ku mirov neyên qetilkirin û girtin. Li hemberî gelê Kurd ê sivîl ê bi biryar e xwe bi xwe bi rê ve bibe, ji her alî ve mirin rewa tê dîtin."

Di daxuyaniya li ser navê girtiyan de, ev hişyarî li dewletê hat kirin:

"Divê desthilatdariya AKP'ê tavilê konsepta înkar û tinekirinê biterikîne. Eger ev konsepta înkar û tinekirinê ya AKP'ê bidome, wê tevahiya civaka Tirkiyeyê ji vê yekê zerarê bibîne. Divê were zanîn ku bi vê yekê re wê pirsgirêkên civakî ewçend bixitime, ku çareseriya wan wê gelekî zehmet be."

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bang li hemû hêzên şoreşger-demokrat kir ku ji bo pêşî li êrîşên faşîzan ên AKP'ê bê girtin, dengê xwe bilind bikin û helwesteke şoreşgerî nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di şexsê Tahîr Elçî de em ê dilsozê bîranîna hemû şehîdên xwe yên aştî û şoreşger bin û têkoşîna wan em ê ji her demê bêhtir bilind bikin."