Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiyê siyasî Hakan Yilmaz bedena xwe da ber agir. Hate zanîn ku Yilmazê ku bedena wî şewitî rewşa wî başe.
Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtiyê siyasî Hakan Yilmaz bedena xwe da ber agir. Yilmaz ku bedena xwe da ber agir, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê û pişt re jî rakirin Nexweşxaneya TIP'ê ya Zanîngeha Dîcleyê û li Beşa Şewatê razandin. Hate zanîn ku rewşa Yilmaz başe. Piştî bûyerê Seroka Giştî ya TUHADFED'ê Zubeyde Teker, bi rêya parêzeran derbarê bûyerê de agahî girtin. Teker, piştî têkildarî mijarê agahî wergirtin anî ziman ku bûyer li koxuşê pêk hatiye û piştî çalakiyê hevalên Yilmaz mudaxaleyî çalakiyê kirine.
Teker, da zanîn ku li gorî agahiyên wan bi dest xistine rewşa Yilmaz başe. Dema Teker û heyeta li gel wê ku li ber deriyê Girtîgeha Amedê rawestiya bûn polîsan nasnameyênr wan desteser kirin û piştî di GBT'ê re derbas kirin nasname disa dan wan.