Girtiyê siyasî yê zext protesto kir jiyana xwe jidest da

Girtiyê siyasî yê zext protesto kir jiyana xwe jidest da

Abdulvahît Kiliç yê ku bi armanca protesto kirina bûyerên li Girtîgeha Rihayê qirika xwe birî û hewil da xwe bikuje, piştî rojekê sirgûnî Girtîgeha Mîdyatê hate kirin jiyana xwe ji dest da.

Piştî 13 girtiyên di serhildana li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê jiyana xwe ji dest dan, bi armanca protesto kirina vê bûyerê girtiyê siyasî Abdulvahît Kiliç (43) yê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê 14’ê Pûşperê qirika xwe birî û hewil da xwe bikuje. Piştî rojekê sirgûnî Girtîgeha Mîdyatê hate kirin jiyana xwe jidest da. Piştî hewildana xwekuşitnê rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê, hat ragihandin ku duh biribûn Girtîgeha Mîdyatê.

Hat diyarkirin ku, Kiliç duh şev jiyana xwe ji dest daye û îdareya girtîgehê jî vê sibehê li malbatê geriyaye û rewş jê re gotine, lê belê agahî nehat girtin ku, Kiliç ji ber çi jiyana xwe ji dest daye.

Piştî Kiliç jiyana xwe ji dest da, malbata Kiliç li îdareya girtîgehê geriya û rayedaran ragihand ku, cenaze şandine Amedê. Lê belê hate îdîakirin ku, di derbarê demjimêrê de agahî nedan. Endamên malbata Kiliç li ber avahiya Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê radiwestin. Di derbarê ka wê cenaze kengî were yan neyê agahî nehat girtin.