Hat ragihandin ku girtiyê Kurd ê siyasî Mihemed Mehdî Zaliye yê 21 sal in di girtîgehan de ye, ji ber îşkence û mûameleyên xirab ên rejîma Îranê bi nexweşiyên cûr be cûr ketibû, lê nedihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora Aktîvîstên Mafê Mirovan û Demokratîk ên Îranê, girtiyê Kurd ê siyasî Mihemed Mehdî Zaliye ji ber îşkenceyan bi nexweşiyên cûda ketibû. Li rexmê vê jî Mehdî Zaliye nedihat dermankirin û piştî 21 salan di girtîgehê de ma jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê Kurd ê siyasî di girtîgehên cûda yên weke Ûrmiye û Gewherdeşt a Kerecê de maye.
Hate zanîn ku piştî ewqas sal, di van rojên dawiyê de rayedarên girtîgehê ew rakirin nexweşxaneyê. Li gorî rapora Aktîvîstên Mafê Mirovan û Demokratîk ên Îranê di meha gulanê de herî kêm 10-15 girtiyên siyasî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.