Girtina tevî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, 10 rêvebir û şaredarên BDP'yî yên li Wanê pêk hatin, li Bêdlisê hat şermezarkirin. Şaredarê Norşînê Mehmet Emîn Ozkan diyar kir ku girtinên li Wanê ji bo Waniyan erdheja duwemîn e.
Girtina tevî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, 10 rêvebir û şaredarên BDP'yî li Bêdlisê bi daxuyaniya çapemeniyê hat şermezarkirin. Şaredarê Norşînê Mehmet Emîn Ozkan Şaredarê Ovekişlayê Mehmet Demîr, Cîgirê Şaredarê Tedwanê Necatî Cînîk, Serokê BDP'a Bêdlisê Orhan Bezîrganoglu, Nûnerê KURDÎ-DER'a Tedwanê Hamza Ozkan û Rêvebirên BDP'yê jî jî nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Şaredarê Norşînê Ozkan diyar kir ku operasyonên siyasî yên AKP'ê dane destpêkirin dibe sedema jihevqutbûna gelên kurd û tirk.
'GIRTIN JI BO WANIYAN ERDHEJA DUYEMÎN E'
Ozkan anî ziman ku ew ê tu caran li hemberî terora binçavkirin û girtinan bêdeng nemînin û wiha axivî: "Gelê kurd tu caran dê li hemberî pêkûtiyên AKP'ê stûyê xwe xwar neke. Qutbûna gelê kurd û tirk her roja paştir e mezintir dibe. Girtina Bekîr Kaya û hevalên wî qirkirina siyasî ye. AKP niha tola hilbijartinên 2009'an digire. Girtina şaredarên Wanê ji bo Waniyan erdheja duyamîn e."
Serokê BDP'a Bêdlisê Orhan Bezîrganoglu jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP bi binçavkirin û girtinan hewl dide ku partiya wan tune bike. Bezîrgoglu anî ziman ku gelê kurd van pêkûtiyan dê bi berxwedanê bibersivîne û got, ew ji bo her bedelî amade ne.
Daxuyanî bi 5 deqîqe çalakiya rûniştinê bidawî bû.