Geveriyan Rojavayê Kurdistanê silav kir

Geveriyan Rojavayê Kurdistanê silav kir

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê şevê din ji bo piştgirî dayîna Kurdên Sûriyeyê meşek ya bimeşaleyî pêkanîn. Piştî meşê polîsên AKP’ê êrîşî girseyê kir û pevçûn derketin, hate îdîakirin ku polîsan guleyên rastîn bikaranîne.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ciwanên rêxistina BDP'ê ya navçeyê ji parqa Musa Anter ji bo piştgiriyê bidin kurdên li Sûriyeyê yên rêveberiya bajaran bi dest xistin, ber bi navenda sukê meşek meşaleyî lidarxistin. Polîsên AKP’ê êrîşî meşê kir. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Ucer, revêberên MEYA-DER'ê, endamên KESK'ê, endamên înîsîyatîfa dayîkên aşitiyê, BDP'î û gelek welatî tevlî şahiya berî meşê hate lidarxistin bûn.

Şahiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Girsê ber bi navenda sûkê ve dest bi meşa meşaleyî kir. Di meşê de pankartên "Em bi ruhê 15 Tebaxê şorêşa Rojavaya Kurdîstanê silav dikin", "Di vê pêvajoyê de aşitî şaşîtiye", "Gelê Geverê serhildana Şemzînanê û gelê Şemzînanê silav dike" û "Em wek gelê Geverê birayên xwe yên serhildana Sûriye pêk anîn silav dikin" hatin vekirin.

Dema girse hate navenda sûkê meşiya li navenda sukê rasta êrîşa polîsan ya bi ava şid û bombeyên gazê hat. Hatê îdîa kirin ku, di bûyerên piştî meşê heta demjimêrên derengî berdewam kir guleyên rastî hatin bikaranîn. Li aliyê din ji ber ku di bûyeran de dîrekê ceryanê zirar dît navçe di nava tariyê de ma.