Hikûmeta AKP’ê her ku diçe siyasetekî nedemokratîk dide. Herî dawî jî Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 9 parlamenter hatin girtin. Li hemberî pêkanînên hikûmeta AKP'ê yên nehiqûqî HDP'ê biryara rawestandina xebatên qanûndanînê da.
Parlameneterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî têkildarî vê biryarê de axivî û da zanîn ku wan kar û xebatên xwe yên qanûndanînê û tevlîbûna li civata giştî dan rawestandin û heta ku pêşerojê ligel gelê xwe, sazî û nûner, hevkar û hevrêyên xwe ew nîqaşên xwe dikin û piştre jî ew ê biryarekî mayînde bidin.
‘DESTHILATDAR NAXWAZIN MAFÊN GELAN BÊN NÎQAŞKIRIN'
Geverî diyar kir ku piştî 7’ê Hezîranê heta niha darbeyek sivîl li hemberî siyaseta HDP’ê pêk tê û wiha axivî: “Hemû kes dizane ku di parlementoyê de tekana mûxalefeta Tirkiyeyê HDP ye. HDP hêviya gelan e, ji bo ku pêşeroja Kurdistan û Tirkiyeyê ronî be. Ji ber ku em îradeya gelan temsîl dikin, me gelek li ber xwe da ku em di parlamentê de siyasetek demokratîk bimeşînin. Lê mixabin desthiladariya AKP’ê û Erdogan naxwazin mafê tu gelan di parlamentê de bên nîqaşkirin.”
Geverî bal kişand ser girtin û binçavkirinan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev demek dirêje li hemberî siyaseta kurd bi taybet li hemberî partiya me HDP’ê operasyonên qirkirinê yên siyasî berdewam dikin. Di demên dawî ev operasyon bi awayekî hovane tên kirin û her roj bi dehan siyasetmedarên kurd tên binçavkirin û girtin. Di çaroveya operasyonan de di nav de hevserokên me ên giştî û hevşaredarên me bi awayekî dijmirovahî hatin girtin.”
‘ME KAR Û XEBATÊN XWE YÊN MECLÎSÊ DA RAWESTANDIN'
Geverî destnîşankir ku ji bo ku îradeya gelê kurd nedin binpêkirin pêwistiya bertekek wiha hebû û axaftina xwe xiha domand: “Ji ber ku êrîşên li hemberî siyaset û gelê kurd her roj diçe zêde dibe pêwît bû ku em bertekekê nîşan bidin. Me jî tevî ku sîneyê gel nekiribe jî me got di vê çerçoveya yasadayînê de li parlamentoyê kar û xebatên xwe bidin sekinandin û îro ligel endamên navendî û parlementerên xwe ev biryar me bi awayekî yek dengî da.”
'EM TEVLÎ XEBATÊN MECLÎSÊ YÊN QANÛNDANÎNÊ NABIN'
Geverî bilêv kir wan xebatên xwe di parlamentoyê de dan sekinandin û wiha pêde çû: “Em ê di parlamentê de îradeya gelê xwe temsîl bikin, lê em kar û xebatên qanûndanînê, tevlîbûna civata giştî disekinînin heta ku pêşerojê ligel gelê xwe, sazî û nûner, hevkar û hevrêyên xwe em îstîşarên xwe dikin û piştre jî em ê biryarekî mayînde bidin.”
'PARLAMENTERÊN ME DI HUCREYAN DE TÊN GIRTIN'
Geverî di dawiya axaftina xwe de da xuyarkirin ku hevserok û parlamenterên HDP’ê yên hatin girtin di girtîgehan de di hûcreyên tenê de tên girtin û ev tişt gotin: "Ev 2 roj in hevserokên me ên giştî û parlementerên me hatin girtin. Du parêzerên me çûn û cihên wan tesbît kirin. Cihên ku niha parlementerên me di girtîgehan de dimînin bi tena serê xwe dimînin. Di derbarê parlementer û hevserokên me ên giştî de parêzer wê îro agahiyên zelal bidin me û em ê raya giştî re parve bikin."