Geverî bi Şemzînanê ve ketin rê

Geverî bi Şemzînanê ve ketin rê

Rêxistinên civakî yên sivîl li ber avahiya rêxistina BDP'ê ya Navçeya Geverê li hev civiyan û ji bo meşa "Ji bo mirovahiyê meşa dest bidin destê hev" ku dê li Şemzînanê pêk were ketin rê.

Di pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Geverê gelek welatî ji bo beşdarê meşa "Ji mirovahiyê meşa dest bidin destê hev" ku ji bo bal bikşînin ser pêvçûnên ku ji 23'ê tîrmehê û heta niha li Şemzînanê didome, tê lidarxistin, ber bi Şemzînanê ve ketin rê.

Di nava de Cigirê Şaredarê Geverê Mesût Temel, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Rustem Demîr, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên MEYA-DER'ê jî hebûn komek qelebalix çûn Şemzînanê. Hate zanîn ku koma ji Geverê derketin rê li Şemzînanê bi koma din bibin yek û biçin herêma operasyonan.