Gêrîlayên YJA Star (Yekîneyên Jinên Azad) qasî 8 demjimêran rêya di navbera navçeya Gever-Oremarê kontrol kirin. gêrîlayan bi boneya 28’mîn salvegera 15’ê Tebaxê ji gel re axivîn.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniya YJA Starê, gêrîlayên jin roja 15’ê Tebaxê di demjimêr 12.00’an heya 20.00’an rêya di navbera Gever-Oremarê kontrol kirin. Di kontrola rê ya 8 demjimêran de hate aşkera kirin ku, di derbarê 28’mîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ji gel re propaganda kirine.