BI DÎMEN

Gerîlayên YJA Starê: 2016 wê bibe sala azadiya Rêberê me

Gerîlayên YJA Starê yên li mewziyên Mexmûrê têdikoşin, komploya 15'ê Sibatê nirxandin û destnîşan kirin, ku sala 2016 wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Gerîlayên YJA Starê yên li mewziyên Mexmûrê têdikoşin, komploya 15'ê Sibatê nirxandin û destnîşan kirin, ku sala 2016 wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

'EM TI CARÎ JI RÊBERÊ XWE DÛR NEKETIN'

Gerîlaya YJA Starê Viyan Dilara: Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê me 17 sal li dû xwe hişt. Komploya navneteweyî ya ji aliyê hêzên faşîst ve hat meşandin, tevî ku bê encam maye jî roj bi roj tê kûrkirin. Em jî weke şervanên azadiyê û gelê Kurd, ji her demê xurttir amade ne hemû komployên li hemberî Rêberê xwe û Kurdistanê pûç bikin. Ji bo teslîmgirtina vîna gelê Kurd li hemberî Rêberê me komplo kirin. Lê xwe xapandin, ji ber ku hem gelê Kurd hem jî milîtanên PKK'ê ti carî ji Rêberê xwe dûr neketin. Her roj me hîn bêhtir hêz ji Rêberê xwe girtin. Û ji her demê bêhtir em ji şoreşê re amade ne.

Gelê Kurd, hemû berdêl daye pêş çavên xwe, li ber xwe dide û nêzî şoreşê dibe. Êrîşên ji bo şikandina vê berxwedanê, bêguman dewama komployê ye. Lê belê bila hemû hêzên faşîst vê baş bizanibin ku gelê Kurd êdî ne Kurdê berê ye û ti kes nikare vîna gelê Kurd teslîm bigire. Gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê xwe herikiye kolanan û ti kes nikare li pêşiya vê berxwedanê bibe asteng. Ev berxwedana pîroz, wê gele Kurd bi ser bixîne. Li ser vê bingehê divê tevahiya gelê Kurd destekê bidin hev. Bi hevgirtinê re dikare bi ser bikeve. Weke milîtanên Rêbertî, em ê jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe bidomînin.

TÊKOŞÎN: 2016 WÊ BIBE SALA BIDAWÎBÛNA DÎLGIRTINÊ

Gerîlaya YJA Starê Goksû Têkoşîn: Ez komploya 15'ê Sibatê lenet dikim. Em di 17. salvegera komploya navneteweyî de ne. Ev komplo ne tenê li hemberî Rêbere me hat kirin, li dijî tevahiya mirovahiyê hat kirin. Di hedefa hêzên gladyo de, tinekirina nêrînên azadîparêziyê hebû. Bi dîlgirtina Rêberê me re xwestin van êrînan tine bikin. Lê belê komplo negihaşt armanca xwe. Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve dûrî me ye, lê ji aliyê ramanî ve ji her demê bêhtir nêzî me ye. Nêrînên Rêberê me ne tenê di nava gelê Kurd de, di nava tevahiya cîhanê de belav dibin û tên pejirandin. Rêbertî bûye hêviya jiyana însanî ya bi mîlyonan mirovan. Dîlgirtina hêviya bi mîlyonan mirovan, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me divê her kes rabe ser piyan. 2016 wê bibe sala bidawîbûna dîlgirtinê. Ji bo vê gelê Kurd û em amade ne. Pêvajo ji me çi dixwaze, em amade ne bi awayê herî baş dikin. Serketin gelekî nêz e. Weke gerîla li ku derê çi pêwîst dike, em amade ne bikin. Divê tevahiya gelê Kurd rabe ser piyan. Roj roja serhildanê ye. Girîng e gelê me li gorî vê tevbigere. Heta ku em Rêberê xwe ji Îmraliyê derxînin, em gelê Kurd azad bikin, em ê nesekinin.

'DI NAVBERA BERXWEDANA ZÎNDANA AMEDÊ Û BERXWEDANA LI CIZÎRÊ DE TI CUDAHÎ NÎNE'

Gerîlaya YJA Starê Tamara Warjîn: Di salvegera 17. a komployê de rexnedayîneke xurttir ji me tê xwestin. Ji ber ku ev 17 sal in em dûrî Rêberê xwe ne. Tevî hemû hewldanên demokratîk ên Rêberê me, cîhanek li holê heye ku dixwaze demokrasiyê tine bike. Ji bo me her sal ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Kurd girîng e. Ji ber ku her sal bi têkoşînê re rastiya gelê Kurd, hebûna gelê Kurd li rûpelên dîrokê tê nivîsandin. Bi taybetî sala 2016'an ji bo gelê Kurd sala bexwedaneke mezin. Bêguman zor û zehmetiyên vê jî hene; wê hebin. Azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Di dema darbeya 12'ê Îlonê de berxwedana li zîndana Amedê hat nîşandan û berxwedana di şexsê ciwanên Kurd de li jêrzemînên Cizîrê îro hat nîşandan, heman berxwedan e, di navbera wan de ti cudahî nîne. Lê em vê gelekî baş dizanin; demên ku dijmin bi dijwarî êrîşî me dike, demên em herî zêde nêzî serketinê ne. Dijmin dixwaze me heta biharê biqedîne. Em ê jî berxwedaneke mezin nîşan bidin û xwe bigihînin biharê. Di vê biharê de me ê hesabê her tiştên dijmin di zivistanê de bi serê gelê me de anîn, bipirsin.

...