Gerîlayên YJA Star û HPG ên li Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Çawa ku tecrîê sûcê mirovahiyê ye, di heman demê de hêrs û kîna me ya tolgirtinê jî xurtir dike."
GULAN AVRÊL
KERKÛK / ANF
sêşem, 19 rêbendanê 2016, 13:53
Gerîlayên YJA Star û HPG ên li Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Çawa ku tecrîê sûcê mirovahiyê ye, di heman demê de hêrs û kîna me ya tolgirtinê jî xurtir dike."
DIXWAZIN FIKRÊN AZAD TECRÎD BIKIN
Gerîlaya YJA Star Feraşîn Berfîn têkîldarî tecrîdê axivî û wiha got; “Ev 17 sal in li ser Rêbertiya me tecrîd tê meşandin. Her kes vê rastiyê pir baş dizane ku di şexsê Rêber APO de dixwazin li ser tevahî gelê Kurd û mirovahiyê tecrîdê kûr bikin. Rêber APO ji bo gelê Kurd û tevahî mirovahiyê jiyanek hevpar li ser bingeha neteweya Demokratîk bijîn pir kedê dide. Dixwazin bi vê riyê gel bitewisînin û bê îrade bikin. Lê, dijmin ne di wê zanabûyînê de ye ku Rêber APO gelê Kurd ji xweliyê wê afirandî ye. Êdî gelê Kurd weke berê nayê xapandin. Ji wê xewa mirinê şiyar bûye. Niha berxwedana gelê me yê Bakur li Sûr, Nisêbin, Silopiya û Cizîrê vê rastiyê derdixe pêşiya tevahî cîhanê.” Feraşîn di nava axaftina xwe de got wê êdî kes nikaribe vîna gelê Kurd radest bigire û wiha gotinên xwe dewam kir: “Gelê Kurd zana bûye û bi vîna xwe radibe ser lingan, xwedî li nasname û hebûna xwe derdikeve. Bêguman ev jî hemû di saya Rêber APO de pêşketiye. Jin pêşengiya rêveberiyên xweser dike. Rêber APO vîn û baweriyek gelek bi hêz di jinê de avakir. Çavderî û pêşdîtinên Rêber APO gelek bi hêz in. Ji bo vê jî ewqasî êriş li ser Rêberê me û gelê me tên kirin.
TECRÎD HÊRSA ME YA TOLGIRTINÊ MEZINTIR DIKE
Feraşîn Berfîn bal kîşand ser hêza Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha got; “Rêber APO xwedî hêzek û zanabûnek bê hempa ye. Ev hêz û zanabûna Rêber APO bûye rêya ruhê tevahî Kurdên azadîxwaz û jinên ku di nava lêgerînê de ne. Bila neyar baş bizane ku tecrîd hêza me û hêrsa me zêdetir dike. Hêvî û baweriya me ya li hember pêşerojê kûrtir dibe. Em ê ti carî ji bîr nekin. Ji bo vê jî pêwîst e em pergala Îmraliyê hilweşînin û Rêberê xwe ji nava wê pergalê derxînin. Bila her kes baş bizanibe ku bi rêya pergala Îmraliyê dixwazin tevahî gelê demokratîk û azadîxwaz tecrîd bikin. Rêberê me di nava berxwedanek bê hempa de ye. Em jî soz didin ku em ê li ser bingeha jiyana azad pergala modernîteya kapîtalîst hilweşînin.
DIXWAZIN NIRXÊN ME TECRÎD BIKIN
Gerîlayê HPG Simko Amed jî got ev tecrîd bi rêya hêzên navnetewî tê meşandin. Simko, gotinên xwe wiha berdewam kir: “Mirov tecrîdê bê komploya navneteweyî nikare şîrove bike. Ev 17 sal in ev tecrîd heye. Li gor pêşketinên pêvajoyê jî tecrîd tê girankirin. Neyar bi rêya komployê xwest Rêber APO radest bigire û bi rêya Rêber APO jî tevgerê tasfiye bike. Hewl dan hestên azadiya gelê Kurd tune bikin. Lê, Rêber APO vê teslîmiyeta qebûl nekir. Ya rast îro hê jî dixwazin Rêber APO teslîm bigrin. Rêber APO li hember vê hişmendiya dagirkeriyê her tim û her kêlî di nava têkoşînê de ye. Nêzîkatiyê li hember Rêber APO gerekçeyê me ya şer e. Me vê her tim gotiye em cardin jî dibêjin.” Simko di nava gotinên xwe de bal kîşand ser berxwedana gelê Kurd û wiha got; “Berxwedan û têkoşîna gelê Kurd çiqasî bi hêz dibe û pêşdikeve dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan ewqasî tecrîda li ser Rêber APO kûr dike. Bêguman wê ev helwestên wan ti carî sernekeve. Ji ber Rêber APO rêberekî sosyolojîk û felsefîk e. Ji bo vê jî dixwazin nirxên me yên pîroz tecrîd bikin. Lê, wê ti carî negihijin armancên xwe.”
DEM DEMA PÊKANÎNÊ YE
Gerîla Simko wiha pê de çû: “Wê gelê Kurd bi ruhê berxwedanê ew hişmendiya dagirkerî û desthilatdarî binpê bike. Em di wê baweriyê de ne ku çiqasî ruh û hêza berxwedaniyê di her qadê jiyanê de xurt bibe wê destê Rêberê me jî bi hêz bibe. Wê berxwedaniya me dijmin bibe ber lingên Rêber APO. Dilê me tijî hêrs bûye, em ê vê hirsa xwe bikin hêz û ruhê berxwedanê. Êdî tîr ji kevanê derketiye û wê ew tîr wan parçe bike. Rêber APO neteweya demokratîk pêşkeş kir, nexşa rê pêşkeş kir û xwest tevahî gel, bawerî û rengan di nava hev de û wekhev bi hev re bide jiyîn. Lê, netew dewlet û hişmendiya baviksalarî li pêşiya vê her tim bûye asteng. Li hember me şerekê topyekûn heye, êm e jî berxwedanek topyekûn bikin. Birastî jî êdî dem dema kirinê ye.” Simko bal kişand ser êrîşan û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Êrişek gelek hov li ser gelê me û li ser Rêberê me tê meşandin. Em weke Hêzên Parastina Gel ji bo her tiştî amade ne. Em şervan û rêhevalên Rêber APO ne, em ê serketinê bi ruhê berxwedanê mîsoger bikin.”
SÛC LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN
Hêlîn Çekdar jî bal kişand ser tecrîdê, wiha ragihand: “Nirx û kedên Rêber APO ji bo tevahî neteweyan daye avakirin her ku diçe bi hêztir dibe. Di serî de gelê Kurd û tevahî gel jî xwedî li nirxên xwe derdikeve. Rêber APO tevahî gel kir xwedî nasname û hebûna wan da avakirin. Ji bo vê jî neyarê mirovahiyê dixwazin nirxê civakê di şexsê Rêber APO de îradeya tevahî mirovan bişkîne. Lê, heta niha desthilatdar negihiştine armanca xwe, ji îro û şûn de jî wê negihijin. Di roja me ya îro de sûcê mirovahiyê tê jiyîn. Bê exlaqî û bê wijdanî tê jiyîn. Di roja me ya îro komkujî li ser gelê Kurd tê meşandin. Mirovên xwedî wijdan û exlaq pêwîst e li hember vê bêdeng nemînin û xwedî li hebûna xwe derkevin. Pêwîst e gel bi her awayî xwe rêxistin bike. Gelê me çiqasî xwe bi hêz bike, rêxistin bike wê ewqasî xwedî li keda Rêber APO derkeve. Herî zêdetir jî pêwîst e jin li hember pergal û hişmendiya baviksalarî derkeve. Pêwîst e tevahî mirovahî ji bo vê rabe ser lingan, xwedî li nirxên xwe û hebûna xwe derkeve.”
BÊ SEROK JIYAN NABE
Ji bo me yekbûyîna dil û mejî, rêxistinî gelek girîng e. Em çiqasî rêxistinbûyîna xwe bi hêz bikin û parastina xwe ya cewherî kûr bikin û pêş bixin, em ê ewqasî vê pergala Îmralî pûç bikin. Ya ku pêşengtiya vê bike di her qada jiyanê de jin bi xwe ne. Ji bo vê jî bila her kes baş bizane ku tecrîd hêrsa me ya tolgirtinê mezintir dike. Em ê ti rê ji pergal û hişmendiya desthilatdarî re nehêlin. Heta dawiyê em ê li hember vê şer bikin û her daîm em ê di nava berxwedaniyê de bin. Wê ti tecrîd nikaribe me ji Rêberê me qut bike. Em dibêjin“Bê Serok Jiyan Nabe” û nabe jî. Îdîaya me ya serketinê gelek bi hêz e, em ber bi serketinê ve diçin. Serketin jî bi xwe re azadiyê tîne.”
RÊBER APO ÇARENÛSA TEVAHÎ CIVAKAN DIYAR KIR
Gerîla Andok Gever jî wiha nirxand: “Tecrîda li ser Rêberê me û êrişên li ser gelê me ji dîrokê qut nîne. Mirov dikare bibêje ev plansaziya li ser gelê Kurd tê meşandin ji konseptên sala 1925’an qut nîne. Ji ber ku hebûna gelê Kurd ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê ye. Fikir û paradîgmaya Rêber APO tevahî mirovahiyê di nava xwe de dihewîne. Hişmendiya netew-dewlet vê ji bo xwe xeteriyek gelek mezin dibîne. Di pêşengtiya Rêber APO de çanda berxwedanê her diçe belav dibe û kûr dibe. Ji bo vî ruh û zanabûnê careke din tune bikin li ser Rêber APO tecrîdê kûrtir dikin. Dixwazin Rêbertî ji gel û tevgera me ya azadiyê qut bikin. Ji bo vê pêwîst e em baş bizanibin ku tecrîda li ser Rêber APO, tecrîta li ser tevahî gelê Kurd û tevahî mirovan e.”
TEVAHÎ MIROVAHÎ TÊ TECRÎTKIRIN
Gerîla Andok gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîda li ser Rêberê me tê wateya tecrîdkirina neteweyekê û tevahî mirovahiye. Ji bo vê jî ev tecrîd feraseta me ya berxwedanî û têkoşînê bi hêztir dike. Tecrîda li ser Rêberê me hestên me yên tolgirtin û yên welatparêziyê bi hêz û kûrtir dike. Rêbertî ne şexsek e, neteweyek e û Rêberekî gerdûnî ye. Neyarê me gelek bê çare bûne, ji bo vê jî êrişên gelek hov û ji derveyî mirovahiyê pêk tîne. Ji bo vê pêwîst e êdî her kes vê rastiyê baş bizane û bibîne Erdoğan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Tirk jî û ji bo tevahî Tirkiyeyê jî xeteriyek gelek mezin e. Tenê yek gerekçeyê me yê jiyanê heye; ew jî Rêber APO ye. Ji bo vê jî em ji her deman zêdetir bi hêz in, em ê ve tecrîdê bi hişmendiyê wan re parçe parçe bikin.”