Gerîlayên jiyana xwe ji dest dan li Kîelê hatin bîranîn

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, gerîlayên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, gerîlayên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anîn.

Gerîlayên HPG'ê Şehmûz Dînç bi nasnav Botan, Mûrat Aras bi nasnav Tolhildan û Ridvan Bazgan bi nasnav Êrîş ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kîelê hat lidarxistin, malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û Kurdistaniyên li Kîelê dijîn tevlî bûn.

Di axaftinên li vê derê de dilsoziya bi şehîdan re hat bilêvkirin û komkujiyên çeteyên AKP/Erdogan li Kurdistanê dikin, hatin şermezarkirin.

Qisekeran bal kişandin ser berxwedanên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê û diyar kirin, gelê Kurd li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên qirkirinê ji têkoşîna xwe venegeriyan e.

Malbatên gerîlayan bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kirin, ku li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên dij bi Kurd, cihê xwe li cem berxwedana li Kurdistanê bigirin.