Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tên ragirtin, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê roja Cejnê hevdîtina vekirî û axaftina bi telefonê nekin.
Girtiyên dibêjin "Azadiya Rêberê me azadiya me ye" tecrîd şermezar kirin û gotin, "Li ser vê bingehê em weke girtiyên PKK û PAJK'î yên li Bakirkoyê, dernakevin hevdîtinê."
Di peyamê de ev xal hat destnîşankirin: "Eger ev tecrîd neyê rakirin, em ji dewletê û raya giştî re radigihînin ku berdêla wê canê me be jî em ê bi her awayî çalakiyan lidar bixin. Nêzîkatiya li Rêberê me nêzîkatiya li pêvajoya aştiyê û hesreta jiyana aştiyane ya gelên me ye. Lewma em bang li hemû gelan dikin ku di şexsê Rêberê me de xwedî li aştiyê derkevin û bi berpirsyarî tevbigerin."