Gerîlayên jin leşkerek binçav kirin

Gerîlayên jin leşkerek binçav kirin

Gerîlayên artêşa jinên Kurd YJA-STAR leşkerek ku ji Wanê bû, dema ji bo ji îznê ji Wanê vedigeriya navçeya Elkê ya Şirnexê, binçav kirin. YJA-STAR ragihand ku di encama çalakiya wan a li hemberî qereqola Oremarê de herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YJA-Stasrê di daxuyaniya weşand de ragihand ku eşkerek ku ji Wanê bû, dema ji bo ji îznê ji Wanê vedigeriya navçeya Elkê ya Şirnexê, ji aliyê gerîlayên jin ve hatiye binçavkirin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku gerîlayên YJA-Starê li ser rêya di navbera navçeya Elkê ya Şirnexê û Wanê de rê birîn û nasnamey kontrol kirin û propandan kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Dema gerîlayên YJA-Starê ji propaganda da dikir, leşkerê bi navê Vural Mînal dema ji bo ji îznê ji Wanê vedigeriya navçeya Elkê ya Şirnexê, ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.”

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî ya YJA-Star de hat diyarkirin ku gerîlayên jin li hemberî Qereqola Oremarê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine der barê çalakîyê de ev agahî da:

“Gerîlayên me yên YJA-Starê di 14’ê Tebaxê de saet di 10.00 de li dijî Qereqola Oremgarê bi çekên giran çalakî pêk anîne. Di çalakiyê de tankek derbe xwariye, agir bi konên li derdora qereqolê ketin û 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa dagirker a Tirk herêma Geperê da ber obîs û hewanan. Saet di 19.00 de balefirên şer ên artêşa Tirk herêmên Şehîd Xefûr a li ber Avaşîn û herêma Geperê bombebaran kiriye. Di encama bombebaranê de agir bi eraziyê ketiye. Gerîlayên me yên YJA-Starê, vê çalakiyê ji wesîleya 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê û hevalên me yên di tevgera şoreşgerî ya li Çelê û Şitazinê bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadetê pêk anîne.”

DI 3,5 MEHAN DE 81 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li gorî tomarên ANF’ê di mehên Gulan-Hezîran-Tîrmeh û 13 rojên destpêkê yên tebaxê de herî kêm 81 kes ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin. Di meha Gulanê de 31, di hezîranê de 7, di Tîrmehê de 21 û di 1-13’ê Tebaxê de jî herî kêm 22 kes hatin binçavkirin. Di nava vana de qeymeqamek, parlementerek, leşker û karker û mueahîdên di çêkirina qereqolan de dixebitin, hene. Piraniya wan serbest hatine berdan.