Gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR’ê Temel û Uçar hatin oxirkirin
Gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR’ê Hîvda Temel (Sorxwîn Zagros) û Adem Uçak li Qers, Erziromê hatin oxirkirin.
Gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR’ê Hîvda Temel (Sorxwîn Zagros) û Adem Uçak li Qers, Erziromê hatin oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Hîvda Temel (Sorxwîn Zagros) a di bombebarana hêzên dewletê de hat qetilkirin li gundê Tuygun a Selîmê di pêşengiya jin û hevalên xwe yên zarokatiyê ve hat oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Hîvda Temel (Sorxwîn Zagros) a di bombebarana hêzên dewletê de hat qetilkirin li gundê Tuygun a Selîmê bi pêşengiya jin û hevalên xwe yên zarokatiyê ve hat oxirkirin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Adem Uçak jî li Erziromê hat oxirkirin.
Cenazeya gerilaya HPG’ê Hîvda Temel (Sorxwîn Zagros) ya di êrîşa hewayî ya li dijî çiyayê Bagokê ku li Nisêbînê di 16'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Tuygun a navçeya Selîma Qersê hat oxirkirin. Maşîneya cenazeyê Temel a di sala 2009’an de ji zanîngeha Kocaelîyê tevli refên HPG’ê bû li gelek cihan ji aliyê polîsan ve bi saetan hat astengkirin. Polîsan bi hincetên cur bi cur gelek maşîne girê dan. Ligel astengiya polîsan cenazeya Temel di ketina navçeya Selîmê de ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin.
HEVALÊN ZAROKATIYÊ WÊ EW OXIR KIR
Cenazeya gerîlaya HPG’ê Temel a bi konvoya mezin a wêneyên wê hatibû vekirin, li gund ji aliyê hevalên zarokatiya wê û sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Di merasîma ku hevalên wê yên Zanîngehê jî beşdar bûn de jinan hêsir barandin.
JINAN CENAZE HILGIRTIN
Li vir ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Jinan, darbesta Temel a bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin û heta goristan gund meşiyan. Di merasîma ku dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedan HPG’ê” hatin berzkirin de wêneyên 4 gerîlayên HPG’ê yên li Çiyayê Bagokê hatin qetilkirn, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Temel ji aliyê welatiyan ve hatin vekirin.
Hevalên zarokatiyê yên Temel û jinan pêşengiya meşa merasîmê kirin û di merasîmê de hêrsek mezin li hember AKP’ê hebû.
Ligel sedan welatiyan, rêvebirên HDP û DBP’ê, endamên MEYA-DER’ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên gund û navçeyên derdorê beşdarî merasîmê bûn.
Di goristanê de jinan gelek caran wêneyên Temel rakirin û dirûşma “tolhildan” berz kirin û di ser darbesta Temel de lorandin.
JINAN QURNEFIL DANÎN SER GORÊ
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Temel bi dirûşm û di nav rondikan de hat veşartin. Jinan qurnefîlên sor danîn ser gora bi berfê hat pêçan.
SOZA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Apê Temel, Taner Temel piştî deqîqeyek rêzgirtinê a bi sirûda “Çerxa Şoreşê” pêk hat axivî û diyar kir ku divê êdî mirin bi dawî bibin. Ap Temel destnîşan kir ku ji bo qedîna mirinan divê têkoşîna gerîlayê HPG’ê Temel bilindtir bibe û spasiyên xwe pêşkêşî kesên beşdarî merasîmê bûn. Hevserokê HDP’ê yê bajêr Cengîz Topbaşli jî piştre axivî û da zanîn ku navên kesên dixwestin gelê Kurd tune bikin niha nemane. Topbaşlı anî ziman ku gelê Kurd ti carî li hember desthilatdaran serî netawandiye û soza bilindkirina têkoşîna Temel da. Piştî merasîmê welatî derbasî mala şînê ya ji bo Temel li navenda gunda hatibû avakirin bûn.
CENAZEYÊ HPG’Î UÇAK LI ERZİROMÊ HAT DEFINKIRIN
Cenazeyê Adem Uçak (Agir Serhat) yê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da jî li gundê Kaxkilt ê navçeya Xinis a Erziromê bi girseyî hat oxirkirin. Di merasima cenazeyê Uçak de malbat, xizm, endam û rêveberên HDP û DBP'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Di merasima cenaze de bê navber siloganên “Şehit na mirin” hatin berzkirin.