Gerîlayên HPG'ê: Rêber Apo ronakbîriya Rojhilata Navîn e

Gerîlayan komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxandin û gotin, "Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya gelan. Ev azadî jî wê rê li ber aştiyê veke. Ji ber ku Rêber Apo qasidê aştiyê ye."

Gerîlayan komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxandin û gotin, "Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya gelan. Ev azadî jî wê rê li ber aştiyê veke. Ji ber ku Rêber Apo qasidê aştiyê ye."

Gerîlayên HPG'ê, di salvegera 17. de komploya navneteweyî ji ANF'ê re nirxand û bi hêrseke mezin komplo û hêzên komploker şermezar kirin.

'BI HEZARAN MIROV AMADE NE XWE FEDA BIKIN'

Rodî Sîvas: Tecrîda li ser Rêber Apo weke zîhniyeta bingehîn a sîstema baviksalariyê xwe nîşan dide. Têkoşîneke cidî ya zîhniyetê û şerekî çînî tê meşandin. Ev rewşa Rêbertî tê de ye, hemû civakan esîr digire. Di şexsê Rêber Apo de xwestin gelê Kurd biqedînin, tine bikin. Di heman demê de xwestin her kesên ji bo azadiyê li ber xwe didin bê vîn bihêlin û bikin ku nikaribin li dij derkevin. Hewl dan bi temamî Rêber Apo bêbandor bikin. Bi awayekî veşartî jehr dan, di nava tecrîdê de xistin nava tecrîdê. Di wê demê de bi dehan hevalên me bedena xwe dan ber agir. Ji bo Rêberî xwe feda kirin. Û hînê bi hezaran hevalên me amade ne xwe feda bikin. Di herikîna dîrokê de ji bo ti kesî ewçend mirovan xwe feda nekirine.

'RÊBER APO QASIDÊ AŞTIYÊ YE'

Rustem Cûdî: Em di rojên vejîn û rizgariya kevneşopiya hezar salan de ne. Pêwîste mirov li dijî komployê derkevin û Rêber Apo tavilê azad bikin. Azadiya Rêber APo ji bo azadiya mirovahiyê û Rojhilata Navîn wê bibe gaveke cidî û rê li ber ronakbîriyê veke. Em ji bo vê têdikoşin. Em ê xwedî li mîmarê sedsala 21'an derkevin. Azadiya Rêber Apo wê bibe azadiya gelan. Ev azadî wê rê li ber aştiyê veke. Ji ber ku Rêber Apo qasidê aştiyê ye."

'RÊBERTÎ TÊ WATEYA AZADIYA JINÊ'

Sîdar Sorxwîn Med: Rêbertî tê wateya azadiya Rojhilata Navîn û ji nû ve sererastbûna diyalektîka rastî û hemû nirxên sosyalîzmê ye. Pêwîste Rêber Apo tavilê azad bibe. Heta niha ti lîderan di vê astê de azadiya jinê bilêv nekiriye. Rêbertî şoreşa jinê weke şoreşa Kurdistanê binav kir. Rastiya azadiya jinê heye ku wê weke ronakbîriya Rojhilata Navîn derkeve holê. Rêbertî tê wateya azadiya jinê. Rêbertî tê wateya ronakbîriya Rojhilata Navîn. Rêbertî tê wateya cîhaneke me."

...