Gerilayên HPG’ê Muhammedî û Bayram hatin definkirin

Gerîlayên HPG’ê Senan Muhammedî û Abîdîn Bayram bi merasîmeke girseyî hatin definkirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Senan Muhammedî (Dersîm Bêrîtan) ê ku di 4’ê Nîsanê li Navçeya Pasûr a Amedê de û gerîlayê HPG’ê Abîdîn Bayram (Rodî Piling) ê ku di 21’ê Gulanê li Çewlikê jiyana xwe ji dest dabûn, anîn Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê.

Cenaze, bi dirûşmeyên “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Têkoşîn”, “Berxwedan” û “Ey Şehîd Rêya Te Rêya Me Ye” anîn goristanê. Piştî wecîbeyên olî cenaze li gel lorînan hatin definkirin. Bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn.

Piştî rêzgirtinê li ser navê MEYADER’ê Hevserokê Şaxê Amedê Hasan Pençe axivî û diyar kir ku di serî de dîroka gerîla û gelê Kurd bi berxwedanê tijî ye.

Piştî definkirina cenazeyan sersaxî li mala Sersaxiyê ya Temîran hat qebûlkirin.