Gerîlayên HPG’ê di navbera navçeya Şemizînan a Colemêrgê û bajaroka Rûbarokê de rê birîn û nasname kontrol kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, gerîlayên HPG’ê li ser rêya di navbera navçeya Şemizînan a Colemêrgê û bajaroka Rûbarokê rê birîn û nasname kontrol kirin. Çalakiya gerîlayan saet derdora 15.00 pêk hat û bi qasî saetekê berdewam kir. Gerîla di dema çalakiyê de ji girseya gel a ji wesayîtan peya bû re axivî.
Piştî kontrolê, gerîlayan destûr da ku wesayît derbas bibin.