Li gorî agahiyan gêrîlayên HPG’ê li derdora demjimêrên 17’an li nêzî gundê Gurkavakê rê birîne û qasî 2 demjimêran kontrola nasnameyan kirine. Gêrîlayên HPG’ê yên bi rêwiyên ji wesayîtan dihatin xwarê re axivîn û piştre ji herêmê dûrketin.
Çavkaniyên Tirk îdîakirin ku, piştî bûyerê li herêmê operasyon hatiye destpêkirin, lê belê hate ragihandin ku ti tevgerên leşkerî çênebûne.
Hate diyarkirin ku, tankerekî sotemeniyê jî ya nêzî cihê bûyerê hatiye şewitandin.