Gerîlayên HPG’ê Karahan û Kirmizigul ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin
Gerîlayên HPG’ê Fatîh Karahan û Kamer Kirmizigul ên li Şemzînanê di şerên cuda de jiyana xwe ji dest dan, ber bi bêdawîtiyê hatin verêkirin.
Gerîlayên HPG’ê Fatîh Karahan û Kamer Kirmizigul ên li Şemzînanê di şerên cuda de jiyana xwe ji dest dan, ber bi bêdawîtiyê hatin verêkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Fatîh Karahan (Bedran Soretanî) yê li herêma Garê ya Şemzînanê di çalakiyê de ku li dijî nevanda leşkerî û qereqolê hatibû lidarxistin, jiyana xwe ji dest dabû ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin û anîn gundê Xalanê ya Geverê.
Welatiyan û rêveberên HDP û DBP'ê cenazeyê Karahan anîn goristana gund û li vir piştî nimêja cenaze bi duayan defin kirin.
Gel piştre ji bo sersaxiyê derbasî mala sersaxiyê bû.
KIRMIZIGUL LI GUNDÊ XWE HAT DEFINKIRIN
Cenazeyê Kamer Kirmizigul (Arjîn Elefterya) ê li mezraya Serero ya Şemzînanê di 1'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, piştî ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin anîn gundê Navberojan a Şemzînanê. Cenaze bi beşdariya gelek kesan ve hat definkirin.
Ji bo Kirmizigul li gund konê sersaxiyê hat danîn.