Gerîlayên HPG’ê Gorduk û Akinci ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Gerîlayên HPG’ê Enver Gordûk û Îhsan Akinci yên ku li Zozanê Sînek ê Agiriyê jiyana xwe ji dest dabûn, bi awayekî girserî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Gerîlayên HPG’ê Enver Gordûk (Şiyar) û Îhsan Akinci (Pîrdogan Agirî) ên ku li Zozanê Sînek ê Agiriyê jiyana xwe ji dest dabûn, li gundê ku lê jidaryîkbibûn bi beşdariya bi sedan kesî bi merasîmekê hatin oxirkirin.

Piştî karûbarên otopisyê li Saziya Tiba Edlîa y Erziromê temambûn û cenazeyên ku ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin bi konvoyekî ji sedan wesayîtî ber bi warê wan ve ketin rê. Cenazeyê Gordûk birina gundê Sêvê yê girêdayî navçeya Zêdikan, di ketina gund de parlementerê HDP’ê Bedran Ozturk, Rêveberên HDP û DBP’ê li gel malbat û xizmên wan ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Piştî ku li mizgefta gund wecîbeyên olî anîn cih û şûn de girseyê darbest hildan ser milan ber bi goristanê ve ketin rê. Li goristanê cenazeyê Gorduk bi dûayan hate definkirin. Girse piştî definkirinê berê xwe dan mala sersaziyê ya ku li gund hatibû vedan û sersaxî ji malbatê re xwestin.

JI BO AKINCI LI DUTAXÊ MERASÎM

Gerîlayê HPG’ê Îhsan Akinci (Pîrdogan Agirî) ê ku di hema şerî de jiyana xwe ji dest dabû jî, li gûndê Bûrnûbûlak ê girêdayî Dutax, ji aliyê bi sedan kesî ve bi merasîmekî ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkir. Di ketina gund de parlementera HDP’ê Dîlan Tîrayet Taşdemîr, Hevşaredarê navçyeê Firta Ozturk, li gel rêveberên HDP û DBP’ê ji aliyê bi sedan kesî ve bi tilîlî û çepikan hate pêşwazîkirin. Piştî ku li mizgefta gund wecîbeyên olî temambûn û şûn de darbesta Akinci girseyê bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ve heta gorisan gund birin. Piştî ku Akincî hate veşartin û şûn de ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û diyar kir ku ji qetlîam û êşên ku li vî welatî tên kişandin AKP berpisyar e. Taşdemîr bal kişand ku AKP’ya ku bi şerê îmha û topyekûnê bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane. Taşdemîr bang li AKP’ê kir ku dawî li şer, kuştin, êş û mirinan bîne. Taştemîr îfadekir ku divê dewlet û AKP li hember deklerasyona aştiyê ya KCK’ê bêdeng nemîne. Taşdemîr rexne li leşkerên ku di tevahiya merasîmê de gund dorpêç kiribûn kir û wiha got: “Heta ku li pêşiya veşartina cenazeyên me jî dibin asteng. Tên li pêşiya me û wêneyên me dikişînin, Edî bese. Heta kengê em vê yekê qebûl nakin.

Piştî axaftinan girseyê berê xwe dan konê sersaxiyê û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Malbata Gorduk û Akinci, wê 2 rojan sersaxiyê qebûl bike.