Gerîlayek li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da

Gerîlayek li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di pevçûna di 13’ê tebaxê de li navçeya Pulemura Dêrsimê di encama pevçûnekê de gerîlayek bi giranî birîndar bû, tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê HPG’ê yê di 13’ê tebaxê de li Pulemura Dêrsimê birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da aşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 13'ê Tebaxê de di saet 20.00'an de li navçeya Pulemura Dersimê li derdora Serhat Çayiri di navbera gerîlayên me û leşkerên arteşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de rêhevaleke me giran birîndar bûye, tevî hemû mudaxeleyan gihîştiye şahadetê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Kizilmescit û Kevirê Spî operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”

Nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da wiha ye:

-Ahmet Tekîn, bi nasnavê Firat Xelfetî, cihê jidayikbûnê : Xelfetî, Riha