Gêrîlayê piştî pevçûnê xwe avêt ava Zapê û jiyana xwe ji dest da

Gêrîlayê piştî pevçûnê xwe avêt ava Zapê û jiyana xwe ji dest da

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkera kir ku, di pevçûna li navçeya Çelê ya Colemêrgê de gêrîlayekî me giran birîndar bibû û ji bo nekeve destê dijmin xwe avêtiye Ava Zapê û gihiştiye şahadeta xwe.

HPG’ê derbarê çalakiya 4’ê Tebaxê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de ku berê jî biraya giştî re jî parvekiribû, daxuyaniyekî nû da û aşkera kir ku, gêrîlayekî jiyana xwe jidest daye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku, “Di 4'ê Tebaxê de li navçeya Çelêya Colemergê di tevgera ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lidarxistin de raya giştî beriya niha hatibû agahdarkirin. Di vê tevgerê de rêhevaleke me yê giran birîndar bibû û ji yekîneya xwe qut bibû li dijî hewldanên dîl girtina artêşa dagirker a tirk xwe avêtiya Ava Zapê û gihîştiye şahadetê.

Rêhevalê me yê gihiştiye şahadetê:

Nasnav: Zana Rojhilat

Nav û Paşnav Ramazan Emoyimilan

Navê dayîk û bav: Zehra - Kadîr

Cihê jidayikbûnê: Mako

Dîrok û cihê şahadetê: 4 Tebax 2012 / Çelê/Colemerg