Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkera kir ku, gêrîlayê HPG’ê ku di operasyona mezin ya gêrîlayên HPG’ê di meha Hezîranê de li ser qereqola leşkerî ya navçeya Gevera Colemêrgê de birîndar bibû, li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û jiyana xwe jidest da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihan|“Di 19’ê Hezîranê de gêrîlayên me çalakiyekî pir mezin li dijî qereqolên Şitazin û Oremarê yên ser bi navçeya Gever ya Colemêrgê pêkanî bû û hêzên dijmin tarûmar kiribûn, ji 100’an zêdetir leşkerên dijminhatibû kuştin. Di vê pevçûnê de jî 14 gêrîlayên me bi awayek qehremanî şerkirin û gihan şahadetê. Di çarçoveya vê çalakiyê de hevalê me Dijmar birîndar bibû û li rexmî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin û gihaye şahadeta xwe.”
Nasnav: Dijwar Bamernê
Nav û Paşnav: Jiwar Silêman
Navê dayîk û bav: Nefise - Silêman
Cihê jidayîkbûnê: Dihok
Daxuyaniya HPG’ê ya di derbarê Dijwar de wiha ye:
“Hevalê Dijwar ê li bajarê Dihokê Başûrê Kurdistanê ji dayîkbûye, piştî tevgera azadiyê nas dike, eleqeyeke mezin nîşan dide. Hevalê Dijwar bawer kiriye ku heta li Kurdistanê tekoşîneke xurt, bingehîn û bi serkeftî neyê meşandin rizgarî ne gengaze, li ser vê hîmê biryara xwe ya tevlêbûnê dide û nemaze li Zagrosan demeke dirêj tevlî nava tekoşîna gerîla dibe.
Li gel perwerdeyên dîtiye, bi lez taybetmendiyê mîlîtanê şoreşger girtiye û bi baweriya azadî di azadkirina her çar perçeyan de ye, bi tekoşîna APOyî ve hatiye girêdan. Ji bo Rêber APO azad bibe, di her şert û mercdan sonda nîşandana sekna mîlîtanê berxwedêr daye û bi lez pêşketiye. Hevalê Dijwar bi kedkariya xwe, zîrekiya xwe li her qadan xebatên girîng bi rêvebiriye. Girêdana wî ya bi şehîdan di asta herî jor de ye. Nemaze di axaftineke xwe ya li ser Şehîd Heqî Qarer dema dinîrxîne bi biryardarî tîne ser ziman.
Hewldanê wî yê xurt ê ji bo di aliyê bîrdozî de xwe bi pêş bixe hebû. Di tekoşîna gerîla de li herî pêş erk û wezîfe digirtin ser milê xwe, bi taybetmendiyê xwe yê lezbûn û di xebatê de serkeftinê bingeh girtinê de rêz û hezkirina hevalên xwe bi dest xistiye. Hevalê Dijwar herî dawî di çalakiya berfireh a di 19'ê Tîrmehê de li Şitazan û Oramarê de bîrîndar bibû. Di vê tevgerê de Hevalê Dijwarê roleke girîng girtibû ser milê xwe, tekoşîneke pir xurt meşandibû. Tevî hemû hewldanan hevalê Dijwar gihîştiye şahadetê. Hevalê Dijwar jî di nava vê tevgera şoreşgerî de cihê xwe girtiye û di nava karwanê azadiyê de cihê xwe bgirtiye.”