Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdullah Vural (Agît Zîlan) ê ku di pevçûna li navçeya Qilebanê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve li Dîlokê hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdullah Vural (Agît Zîlan) ê ku di 22'yê hezîranê de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da duh ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatê ve hatibû wergirtin û anîn Dîlokê. Cenazeyê Vural şevê din derengiya şevê li Parqa Bosna Hersekê ya li Semta Merve ya Dîlokê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Pişt re cenaze birin Mizgefta Nakipoglu ya navçeya Şehîtkamîlê. Piştî li mizgeftê vecîbeyên olî hatin bicihanîn bi cenazeyê Vural bi tevlîbûna Rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û ber bi goristinê ve birin.
Darbesta bi alên kesk, sor û zer hate girêdan li ser milan bi meşê ber bi goristanê ve birin. Di meşê de slgonanên "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin", "Ciwan cangoriyên Apo ne" û "Lêxe gerîla lêxe Kurdîstanê ava bike" hatin berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Vural li goristanê hate definkirin. Pişt re girse careke din bi meşê hate taxa Kocaoglan a Şehîtkamîlê û mala şînê ziyaret kir.