Hate zanîn ku gerîlayê bi navê Teyyar Petekkaya ku li Qadên Parastina Medya bû di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê der barê Teyyar Petekkaya de daxuyaniyek da. HPG’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku Teyyar Petekkaya bi navê kod Rizgar Amed di 30’ê hezîranê de di encama nerehetiyekê de jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de wiha hte gotin: “Rizgar ku di 1983’an de li Amedê ji dayik bûye di 2001’ê de tevlî refên gerîla bûye.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi sernivîsa xwe ya ‘Fermandarê me yê leheng yê xeta têkoşîna şoreşa me’ de jiyan û têkoşîna Petekkaya wiha anî ziman: “ Hevalê me Rizgar 11 salan li gelek qadan xebateke bi bandor û aktîf meşandiye. Li eyaletên Botan, Qendîl û Amedê bi seknek îrade û bi hêz gerîlatî kiriye. Rizgar heval herî dawî li eyaleta Başûr di warê îdeolojî û leşkerî de perwerdehî girt û i bo di her qadên têkoşîna me de cih bigire ketiye nava hewldanê. Rizgar heval ku xwe bi awayekî cidî ji bo qadên têkoşînê amade dikir, bi awayekî cidî nexweş ketiye û tevli karwanê şehîdan bûye.
Hevalê Rizgar Çermîk hevalekî dilnizm, kedkar bû. Li hemû qadan bi cesaret têkoşiya. Bi sekn û cesareta xwe bal dikişand ser xwe û bû fedayiyê Kurdistanê. Rizgar heval ferq nedikir nav xebsatê û bi hêzeke mezin û berpirsyariyeke mezin tevli xebatan dibû. Bi hevalên xwe re din ava parvekirinê dbû. Ji bo ku hevalên wî zêdeti aktîf bin jî teşwîk dikin.
Rizgar heval ligel têkoşeriya xwe bi taybetiya xwe ya kesane jî mîlîtanekî dihat hezkiribûn. Bi sekna xwe ya jiyanê, bi henekên xwe, morel û heyecana xwe tevli hemû xebatan dibû û dê her tim di dilê me de bimîne. Heval Rizgar dê wekî stêrkeke têkoşînê her tim din ava bîranînên me de bijî. Heval Rizgar ku ligel hemû zor û zehmetiyan xwedî li têkoşîna xwe derket dê wekê navê têkoşîna me bijî.”