Gerîlayê HPG’ê Savaş Pîran ber bi rêwîtiya dawî ve hate birêkirin

Gerîlayê HPG’ê Aydin Al li warê xwe Girê Sor bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ve hate veşartin.

Aydin Al (Savaş Pîran) ê ku yek ji 5 gerîlayên HPG’ê ku di şerê 1’ê Tebaxê de li gundikê Serero yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, li warê wî navçeya Girê Sor a Rihayê hate definkirin. Di merasîma cenazeyê de malbata Al, hevalên wî, Wekîlê HDPê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û bi sedan welatî amade bûn.

Cenazeyê Al ku duh danê êvarî ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji hêla malbat û xizmên wî ve hate wergirtin, di têketina Amedê de bi konvoyekê hate pêşwazîkirin. Ji vir jî bi konvoyekê heta Girê Sor anîn û birin Morga Goristana NATO.

Girseyê danê sibehê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ve darbesta bi alên kesk, sor û zêr rapêçayî ji morgê wergirt, li ser milan heta gorê anîn. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê gerîlayê HPG’ê Aydin Al bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” li Goristana NATO’yê hate definkirin.

Di merasîmê de ku piştî rêzgirtinê destpê kir, Bav Mûhammet Al axivî, diyar kir kul i ber têkoşîna kurê xwe bejna xwe bi rêzdarî ditewîne. Bav Al ji gelê Kurd re sersaxî xwest, got; “Aydin ji bo madiyatê neçû. Ew ji bo xaka xwe, gelê xwe çû. Heqê xwe lê helal bikin.”

Piştî merasîma cenazeyê, li Mizgefta Firat a li Taxa Firatê xwarin hate danîn. Sersaxiyên ji bo Al wê li heman mizgeftê bêne qebûlkirin.