Gerîlayê HPG'ê Koser hate definkirin
Bi merasîmekê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Koser Kurdistan (Ramîn Zendîpor) ê ku di 14'ê Mijdarê de, di Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî de li Şengalê şehîd bûyî, li Qendîlê hate veşartin.
Bi merasîmekê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Koser Kurdistan (Ramîn Zendîpor) ê ku di 14'ê Mijdarê de, di Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî de li Şengalê şehîd bûyî, li Qendîlê hate veşartin.
Konvoya cenazeyê gerîlayê HPG'ê Koser Kurdistan (Ramîn Zendîpor) ê ji bajarê Sine ku di 14'ê Mijdarê de, di Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî de, li Şengalê şehîd bûyî û li Rojavayê Kurdistanê re derbasî Başûrê Kurdistanê kirin, dema ku konvoy gihîşte bajarokê Sengerekê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate pêşwazî kirin. Li Sengeserê ji cenaze derbasî Qendîlê kirin.
Dema ku cenaze gihîşte Qendîlê li Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr a Qendîlê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. Di merasîma veşartina cenaze de bi dehan kes û gerîla amade bûn.
Cenaze bi dirûşmeyên weke, "Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" ji aliyê hevrêyên wî ve hate veşartin.