Gerîlayê HPG’ê Kahraman ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Serhat Kahraman Gelhat Ararat) ê ku di şerê li Agiriyê de jiyana xwe ji dest dabû, li Bazîdê bi beşdariya sedan kesî bi merasîmekî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Piştî ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Kahraman (Gelhat Ararat) ê ku di şerê li Zozanê Sînek ê Agiriyê qewim de jiyana xwe ji dest dabû, ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê girt û şûn de bi konvoyekî bi dehan wesayîtan ve ber bi navçeya Bazîdê ve ketin rê. Cenaze di ketina navçeyê de ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin, destpêkê birin mala malbata Kahraman û piştre jî birin goristana naçeyê. Piştî wecîbeyên olî û şûn de cenazeyê Kahraman bi dirûşman spartin axê.

Di merasîmê de bavê Kaharaman Yûsûf Kahraman axivî û wiha got: “Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye. Serê Rêber Apo û hemû gelê Kurd sax be, Bijî Serok Apo.”

Piştî merasîmê girseyê berê xwe dan konê sersaxiyê yê ku li Taxa Bariş ji bo Kahraman hatî vedan sersaxî ji malbatê re xwestin.