Gerîlayê HPG’ê Gumuş di bin dorpêçê de hat defnkirin

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Gumuş (Bagok Omerî) yê di bomberdûmana li ser Çiyayê Bagokê bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, li Taxa Şêx Mahmût a Mehsertê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Gumuş (Bagok Omerî) yê di bomberdûmana li ser Çiyayê Bagokê bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, li Taxa Şêx Mahmût a Mehsertê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Zilma leşker û cerdevanên tax û goristan dorpêç kirin rastî nerazîbûnan hat. 
 
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ramazan Gumuş (Bagok Omerî) ê di êrîşên 16’ê Sibatê li ser Çiyayê Bagokê yê li sînorê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji aliyê malbatê hat wergirtin. Cenaze bi konvoyekê ve anîn Taxa Şêx Mahmût a navçeya Mehsertê ya Mêrdînê. Leşkerên li taxê tedbîrên zêde standibûn pêşiya cenazeyê qut kirin. Leşkeran ala kesk, sor û zer a li ser cenaze girtin, nasnameyên welatiyên di konvoyê de kontrol kirin. Pir balkêş bû ku di nav goristanê de wesayîtên zirxî, Kîrpî, Akrep, TOMA, gelek leşker û cerdevan bicih kiribûn.

Piştî kontrola nasnameyan, leşkeran destûra tenê derbasbûna ambûlansê dan, gel jî bi peya şand. Gel cenaze girt ser milên xwe, pankartek wêneyê gerîlayê HPG’ê Gumuş li ser vekirin. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Gumuş di nav dua û rondikan de hat defnkirin.

Di merasîmê de Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim axivî, wiha got: “Em bejna xwe li ber bîranînên lehengên ku di têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest dane ditewînim. Yên van qetlîaman li ser gelê Kurd rewa dibîne Qesr û hikûmeta AKP’ê ye. Yek armanca gelê Kurd heye, ew jî dixwaze bibe xwedî jiyanek bi zimanê xwe, nasnameya xwe. Gelê Kurd ji her kesî zêdetir alîgirê wekhevî, edalet û aştiyê ye. Gelê Kurd ê xeleka koletiyê şkandiye, êdî li hember zilm û qetlîamên dewletê bêdeng namîne. Divê tevahî cîhan bizanibe ku gelê Kurd raziye canê xwe bide, lê teslîmbûnê, koletiyê qebûl nake, divê her kes baş bizanibe.”

Bavê gerîlayê HPG’ê Gumuş, Ahmet Gumuş ji bo her kesên beşdarî merasîmê bûne sipasiyên xwe ragihand, wiha got: “Bila serê tevahî gelê Kurd sax be. Kurê min canê me hemûyan e, kurê me hemûyan e. Bila serê me hemûyan sax be.”

Piştî merasîmê girseya derbasî mala sersaxiyê bûn li vir hêviyên sersaxiyê anîn ziman.