Gerîlayê HPG’ê Erdem ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin

Cenazeyê gerîlayê hPG’ê Mervan Erdem ji hêla malbatê ve hate wergirtin û li “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mervan Amed (Masîro) yê ku di 30’ê Hezîranê de li gundikê Mehlê ya Lîcê ya Amedê di encama şer de jiyana xwe ji dest dabû, bêagahiya malbatê bi awayekî korsanî li goristana bêkesan a Licê hatibû definkirin. Malbatê cenazeyê zarokê xwe ji goristana bêkesan hilgirt. Malbat û gel cenaze birin “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” a li gundê Sîsê ya Licê.

Gel darbesta Erdem a ku bi ala PKK’ê hatibû xemilandin hilda ser milan û bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin", "Ey şehîd xwina te li erdê namîne" û "Riya şehîd riya me PKK partiya me" anîn cihê merasîmê. Di merasîmê de deqeyek rêz hate girtin û ji bo rêzgirtinê 12 gule bi çekê hatin teqandin. Di merasîmê de Hevseroka MEYA-DER’a Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku gelê Kurd li zarok û Serokê xwe xwedî derdikeve û got ku heqareta li hember cenazeyan tê kirin nayê qebûlkirin. Dîcle destnîşan kir ku pêwîst e tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bê rakirin, muzakere bên destpêkirin û der bir ku lazim e dayik zarokên xwe hembêz bikin.

Dayika Erdem, Îpek Erdem jî anî ziman ku kurê wê bi awayekî hovane hatiye qetilkirin û got ku kurê wê ji bo azadiya gelê xwe berê xwe daye vê riyê. Dayik Erdem wiha got: “Kesê ku di vê riya heqiyê de jiyana xwe ji dest didin, bêmirin in. Di dilê me de dijîn. Ez ê têkoşîna kurê xwe bidomînim.”

Piştî axaftinan cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Erdem bi dirûşmeyan hate definkirin. Ji bo Erdem wê li Mala Şînê ya Şentepe ya Bismilê sersaxî bên qebûlkirin.