Gerîlayê HPG’ê Ecevît li Cizîrê hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Erkancan Ecevît (Bahoz Botan) ê ku di şerê 25’ê Gulanê li navçeya Gever a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, li Cizîrê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.

Di 25'ê Gulanê li herêma gundê Zewkanê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên Tirk de şer derketibû. Di şer de gerîlayê HPG'ê Erkancan Ecevît (Bahoz Botan) jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Erziromê. Piştî cenaze ji aliyê malbatê ve hat wergirtin, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate definkirin.
Cenazeyê Ecevît ê duh anîn Êlihê, di saetên serê sibehê de ber bi Cizîrê ve hate şandin. Cenazeyê Ecevît piştî anîn Goristana Asrî ya Cizîrê, merasîma olî hate lidarxistin û bi duayan hat definkirin. Piştî definkirinê li Taxa Nûrê li ber mala Ecevît konê sersaxiyê hat danîn.