Gerîlayê HPG’ê Dîlmaç ber bi rêwîtiya dawî ve hate verêkirin
Gerîlayê HPG’ê Soner Dîlmaç ê li Colemêrgê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Erdîşê hate veşartin.
Gerîlayê HPG’ê Soner Dîlmaç ê li Colemêrgê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Erdîşê hate veşartin.
Gerîlayê HPG’ê Soner Dîlmaç (Dirêj Sîpan) ê di bomberdûmana artêşa Tirk de ku 8’ê Tebaxê li herêma Bazê ya girêdayî navenda Colemêrgê pêk hatibû, jiyana xwe ji dest da, li gundê Dîlan ê girêdayî navçeya Erdîş a Wanê ber bi rêwîtiya dawî ve hate birêkirin.
Di merasîma cenazeyê de nûnerên MEYA-DER’ê, Hevserokên DBP û HDP’ê yên Navçeyê, KJA û gelek kes amade bûn. Cenazeyê Dîlmaç li Taxa Çelebîbag a Erdîşê ji hêla konvoyek bi dehan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û anîn gundê Dîlanê. Cenazeyê Dîlmaç piştî wecîbeyên olî hate veşartin.
Piştî rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Nûnerê MEYA-DER’ê Salîh Kaplan axivî, ji malbata Dîlmaç û gelê Kurd re sersaxî xwest, banga xwedîderketina têkoşînê kir. Piştî merasîmê, girse derbasî cihê sersaxiyê yê li gund bû, ji malbatê re serxweşî xwest.
Sersaxî heta saetên dereng jî wê bidome.