Gêrîlayê HPG’ê Algor li goristana bêkesan veşartine!

Gêrîlayê HPG’ê Algor li goristana bêkesan veşartine!

Derket holê ku gêrîla Hasan Algorê di pevçûna li navçeya Miksê ya Wanê de jiyana xwe ji dest da li goristana bêkesan ya Meletiyê hatiye veşartin.

Gêrîlayê HPG’ê Hasan Algor (Dijwar Silopî) yê di pevçûna 6'ê Tîrmehê de li bejahiya Miksê ya Wanê jiyana xwe ji dest dabû. Bavê gêrîla Algor Huseyîn Algor piştî ku hînbû kurê wî jiyana xwe ji dest daye şevê din çû Meletiyê. Algor ji bo cenazeyê kurê xwe wergire serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê da. Lê derket holê ku gêrîla Algor li goristana bêkesan hatiye veşartin. Algor ji bo cenazeyê kurê xwe wergire cara duyemîn serî li dozgeriyê da û ji bo testa DNA'yê serî li saziya edlî tiba Meletiyê da.

Li gorî agahiyên malbatê dane, bedena gêrîla Hasan Algorê di pevçûna li bejahiya Miksê de jiyana xwe jidest daye perçe perçe bûye û derket holê ku cenaze piştî anîne saziya edlî tiba Meletiyê li goristana bêkesan hatiye veşartin.