Wesayîta li navçeya Berwariyê ya Sêrtê erzaq ji leşkeriyê re dibir, ji aliyê gêrîlayan ve hate şewitandin.
Li gorî daxuyaniyê Walîtiya Sêrtê, wesayîta ajokariya wê N.K. dikir ji Berwariyê erzaq ji 3'emîn Fermandariya Komandoyê ya li herêma gundê Doganê dibir ji aliyê HPG'iyan ve hate birîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, piştî nasname û telefon ji ajokar girtin, ajokar serbest berdan û wesayît şewitandin.
Hate zanîn ku, piştî çalakiyê li herêmê operasyon hate destpê kirin.