Gerîlayên HPG’ê du êvarê nêzî navçeya Licê ya Amedê rê kontrol kirin û di encamê de 1 jê leşker 3 kesan girtin binçavan.
Hat ragihandin ku bûyer şevê din li ser kîlometreya 70’emîn a li nêzî deşta Fîsê ya navçeya Licê ya rêya Amed-Çewlikê qewimî di çalakiya demjimêr di 21.30 de pêk hat de gerîlayan bi dehan wesayît rawestandin û nasnameyan kontrol kirin. Gerîlayan propaganda kir û piştre tevî leşkerek 3 kes girtin binçavan.
Hat ragihandin ku gerîlayan leşkerê ji yekîneya leşkerî ya Narman a Erziromê çûbû navçeya Ereban a Dîlokê yê bi navê Alî Sabanci û du leşkeran girtin binçavan. Piştî çalakiya gerîlayn operasyon hat destpêkirin.
31 KES HATIN GIRTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya 4’ê nîsanê de da de ragihand ku 31 kes ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin û ji vana 16 kes serbest hatin berdan.