Cigirê Midûrê Yekîneya Xizmetê Gundan a Qeymakamiya Pasûrê Ûbeydûllah Sancar ji hêla gerîlayan ve hate binçavkirin.
Li gor agahiyan, komeke gerîlayên HPG’ê serê sibê di seat 03.00'an de hatin Gundê Havîngê ya girêdayê Navçeya Pasûr a Amedê. Gerîlayan Cigirê Midûrê Yekîneya Xizmetê Gundan a Qeymakamtiya Pasûrê Ûbeydûllah Sancar ji mala wî girtin û bi wesayîta yekîneyê siwarbûn û çûn. Gerîlayan li nêzî gundê Zilekê ji wesayîtê peya bûn wesayîtê şewitandin û Sancar bi xwe re birin.
Piştî binçavkirina Sancar li heremê operasyoneke berfireh a leşkerî hate destpêkirin.