Gêrîlayên HPG’ê noqteya tevgera polîsên taybet yên li navçeya Gever ya Colemêrgê de dan ber guleyan.
Gêrîlayên HPG’ê di demjimêrên 21.30’an de noqteya polîsan ya di derketina Gever-Şemînanê dan ber guleyan. Gulebarana 10 demjimêran dom kir hate hînbû ku roket jî hatine bikaranîn. Di derbarê bûyerê de Qeymeqamê Geverê Uzeyîr Azîz Ozeren piştrast kir ku, noqteya polîsan di demjimêr 21.30’an de ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatiye gulebaran kirin. Ozeren aşkera kir ku, bigulebaranê re polîsan jî bersiv da û demek kurt pevçûn derket. Ozeren îdîakir ku, di bûyerê de mirî û birîndar çênebûne.
Piştî bûyerê li herêmê operasyon hate destpê kirin.