Namzedê qeymqamê Mûşê Kenan Erenoglû di sala par de ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin. Gerîlayên HPG’ê dîmenên çalakiya kontrola rê ya ku namzedê qeymeqam têde hat binçavkirin weşand.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di Gerîlla TV (http.//www.gerillatv.net) de dîmenên çalakiya kontrola rê ya ku namzedê qeymeqam têde hat binçavkirin weşand.
Gerîlayên HPG’ê di 12’ê tebaxa 2011 de li ser rêya Mûş û navçeya wê Kopê rê kontrol kiribû û di encamê de namzedê qeymaqam Kenan Erenoglû girtin binçavan. Ji wê rojê heta îro hikûmeta AKP’ê tu daxuyaniyek der barê mijarê de nedaye.
Ji bo temaşekirina dîmen:
http://firatnews.org/index.php?rupel=nuce&nuceID=66144