Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên HGP’ê kontrola rê kirin. Di çalakiya kontrola rê de nêzî saetekê nasname kontrol kirin û cerdevan komkirin demekê ji wan re axivîn. Pişt re rê li trafîkê vekirin û li herêmê operasyon hate destpêkirin.
Gerîlayên HPG'ê li mezrayên Rubunut û Navrezan ên gundê Nehriyê kontrola rê kirin. Gerîlayan nêzî saetekê rê li trafîkê girt û kontrola nasnameyan kirin û ji cerdevanan re demekê axivîn. Pişt re rê li trafîkê vekirin û ji cihê bûyerê veqetiyan. Piştî bûyerê li herêmê operasyon hate destpêkirin. Herêma Mêrgesorê hate bombebarankirin û hate hînbûn ku hinek herêm ji aliyê leşkeran ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Hate hînbûn ku ji Tabura Garê be bi Xakurkê ve top tên avêtin.
PIŞTÎ HELÎKOPTERA HATE XISTIN OPERASYON BERDEWAM DIKE
Li aliyê din piştî duh gerîlayan li helîkopter xist li herêma Dostkî, Sat û Girê Taman operayon hate destpêkirin û operasyon berdewam dike. Ber bi herêmê ve tevgera helîkopteran a hewayî berdewam dike.