Li navçeya Şemîzanan a Colemêrgê gerîlayên HPG'ê 2 saetan rê û nasname kontrol kirin.
Di navbera gundê Mavan û mezraya Ulaşan a gundê Şapatan a ku 35 kîlometreyan ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê dûr gerîlayên HPG'ê şevê din saet di 21.00'an de nokteya kontrolê danîn.
Hate zanîn ku gerîlayan 2 saetan li ser rê wesayatî rawesatandin û bi welatiyan re sohbet kirin. Hate ragihandin ku piştî gerîla ji herêmê veqetiyan qereqolên Gelîşen û Samanli li herêmê operasyonê da destpêkirin.