Gerîlayan li Şemizînanê nuqteya kotrolê danîn

Gerîlayan li Şemizînanê nuqteya kotrolê danîn

Ligel ku bi rojan e li Şemzînanê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkeran de pêvçûn didome, gerîlayan li herêma ku pêvçûn lê diqewimin nokteya lêgerînê danîn û kontrola rê û nasnameyan dike. HPG’ê ragihand ku kontrola Şemizînanê di destê gerîlayan de ye.

Li herêma Xaranî û Gevriyazînê ku di navbera mezrayên Rûbûnûs û Navrezan ku girêdayî Gundê Nehrî ya Şemzînana Colemêrge de dimîne operasyona ku di 24'ê Tîrmehê dest kiribû didome. Hate zanîn ku artêşa tirk di pêvçûnê de balafirên şer, helîkopter û bi hezaran leşkerên ku di nav de tîmên taybet û leşkerên perwerdehiya taybet dîtine jî hene bi kar tîne.

Ligel vê yekê hate zanîn ku gerîlayên HPG'ê di navbera mezrayên Rûbûnûs û Navrezan noqteya lêgerînê saz kiriye û kontrola nasname û wesayîtan dike. Hate ragihandin ku helîkopteran li herêmên pêvçûn lê zêdebûne bombebaran kirine. Di bombebaranê de bax û baxçeyên gundiyan zerar dîtin.

KONTROL DI DESTÊ GERÎLAYAN DE YE

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya der barê pevçûn û operasyonên li Şemizînanê de weşande agahiyên berfireh da. Di daxuyanikê de hat gotin; “Ji 22'ê Tîrmehê û vir ve li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê kontrola gerîlayên me berdewam dike. Gerîlayên me yê serweriya eraziyê di dest xwe de digre, hemû êrîşên dijmin ê hewayî û bejahî paş de pijiqandine.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di vê çarçoveyê de Fermandariya Tûgaya Şemzînanê ya ji bo mudaxeleyê tevgeriyaye di 25'ê Tîrmehê de di navbera saetên 12.30-19.00'an de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, ji bo mudaxeleyê destûr nehatiye dayîn” û ev agahî da:

RÊ HAT KONTROLKIRIN

“ Cardin leşkerên Alaya Garê ya bi ser Şemzînanê yên xwestine mudaxele bikin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê hatiye rawestîn. Di encama çalakiyên li dijî Tûgaya Şemzînanê û Alaya Garê yên ji aliyê gerîlayên me ve hate lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Herweha îro heta saet 07.00'an jî kontrolkirina nasname û rê ya ji aliyê gerîlayên me ve di navbera Şemzînanê û Gerdiyayê dabûn destpêkirin berdewam dikir.”

Di daxuyaniyêd e hat diyarkirin ku li beramberî vê yekê êrîşên artêşa “dagirker” a tirk ê li dijî cihên sivîl berdewam kiriye û wiha berdewam dike; “li dijî Herêmên Gumokê, Gostê û Senala, Gundên Nîrkola, Bêgirdê, Navreza, Nehrê û Robînosê ji 25'ê Tîrmehê ji saet 12.00'an heta danê êvarî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer û hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha di 25'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-19.00'an de li navçeya Şemzînanê li dijî Çiyayê Karker, Girê Konserve û Genîş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 24'ê Tîrmehê de di saet 06.35'an de li navçeya Refahiya Erzinganê li bajaroka Akasuyê li dijî wesayiteke ji qereqola cendirmeyan derketiye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelalkirin.”